RIHA - Alî Ocalan ku di roja cejnê de çûbû serdana xalê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wiha got: “Xalê min got; ‘em li vir jiyaneke nû ava dikin, rewşekî me ya wiha heye.’” Alî Ocalan, got ku Abdullah Ocalan pênûs diyarî zarokên çûbûn serdanê kir.
Di 7-8’ê Hezîranê de bi munasebeta Cejna Qurbanê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtin pêk hat. Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştî 26 salan cara yekemîn bi zarokan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de kurê xwişka wî ya Fatma Ocalanê Alî Ocalan, nêvîyên wê Ronahî Arjîn (10) û Dîlan Arîn Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî hevdîtinê bûn. Hevdîtin du saet domiya.
Alî Ocalan, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
CARA YEKEMÎN ÇÛ
Alî Ocalan destnîşan kir ku bi salan e daxwaza hevdîtinê dike û berê cejnê bi çend rojan telefon jê re hatiye ku daxwaza wî qebûl bûye. Alî Ocalan, wiha domand: "Herî dawî Serok (Abdullah Ocalan) dibêje ku dixwaze diya min jî bibîne. Lêbelê diya min got ku ji ber nexweşiyê û ji ber di erebeya astengdaran de ye û bêyî refeqata kesekî nikare biçe. Min jî ji bo bibim refeqetvanê wê serlêdan kir. Êvarekê telefonek ji parêzer re hat ku daxwaza me hatiye qebûlkirin. Li rexekî keyfxweş bûn, li rexekî xemgîn. Me hestên tevlihev dijiyan. Ez 50 salî me dê min cara ewil Serok bidîta."
FATMA OCALAN JI BER NEXWEŞIYA XWE NEÇÛ
Alî Ocalan, destnîşan kir ku dayika wî Fatma Ocalan nexweş bû lewma wan biryar dane ku wê bi xwe re nebin hevdîtinê. Alî Ocalan, daxuyand ku tevî keça xwe Ronahî, biraziya xwe Dîlan û Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ber bi rêya Îmraliyê ve ketine rê.
‘PÊNÛS DİYARÎ ZAROKAN KIR’
Bi domdarî Alî Ocalan da zanîn ku ji Gemlîkê piştî rêwîtiya saetekê ya bi ferîbotê gihîştine Girava Îmralîyê û demekê hatine sekinandin û şûn de ew birine eywana hevdîtinê. Alî Ocalan, axaftina xwe wiha domand: "Piştî 5-20 deqeyan ku em derbasî salonê bûn, Serok hat. Me ew li ser piya pêşwazî kir. Cejna me pîroz kir û merheba da me. Cejna zarokan jî pîroz kir. Piştî 26 salan cara ewil zarok dît. Bi zarokan re eleqedar bû. Ew maç kirin. Pirs ji wan kir. Jê pirsî ka diçin dibistanê yan na.Pênûs diyarî wan kir û ji wan re got ‘bixwînin.’ Ji Ronahiyê re pirsên 'Te xwend? Tu dixwazî bibî çi?’ kir. Keça me jî got ‘ez ê bibim parêzer.'
LI SER XWE Û ÇALAK BÛ
Bi giştî ji min Riha, gund û Xelfetî pirsî. Rewşa partiya me ya li Xelfetiyê pirsî. Hinek gund û xizmên me pirsî. Xizmên ku jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Got ‘ew ji bo me bi nirx in. Ji xizm, gundiyên me û ji xelkê Xelfetiyê re silav şand. Got; 'her kesên ku min pirsîn silavên min ji bo wan ragihînin.’ Min ew li ser xwe û pir çalak dît. Got ‘em li vir jiyaneke nû ava dikin, rewşa me ya bi vî rengî heye.’ Ew liserxwebûna wî û çalakbûna wî gelek hêz da me. Bi hêvî bû, bi kelecan bû. Got ‘ez ciwan im, li ser xwe me. Li xwe baş dinêrim.’ Di dema hevdîtinê de min tizbiyên xwe diyarî wî kir. Wî jî got; 'tu jî tizbiyên min bigire.' Rewşa zarokên min ên dîtir pirsî. Piştre me xatir ji hev xwest û hevdîtin xilas bû.”
MA / Ceylan Şahînlî