AGIRÎ – Saziyên ziman bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA'yê bi daxwaza 'Ji zimanê Kurdî re statû, perwerdehiya Kurdî' li Bazîdê bi girseyî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî.
Bi pêşengiya saziyên zimanê Kurdî, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Gel a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), ji navenda navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi daxwaza "ji Kurdî re statu, bi Kurdî perwerdehî" heta Tirba Ehmedê Xanî meşek girseyî hat lidarxistin. Welatiyên ji Wan, Agirî, Qers, Mûş, Erzîrom, Bedlîs, Îdir, Erdexan û gelek bajarên Kurdistanê ji bo beşdarî meşê bibin hatin Bazîdê, bi girseyî li avahiya Rêxistina Navçeya Bazîdê ya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de pankart û dovîzên wekî "Zimanê azad civaka azad diafirîne" û "Statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî" hatin bilindkirin û ji welatiyan çepik û tîlîliyan piştgirî dan meşê. Girseya gel ji wir bi wesayîtan berê xwe da Qesra Îshak Paşa ya li Bazîda kevn e û dûre ji Qesra Îshak Paşa heta Tirba Ehmedê Xanî meşiya.
'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN Û KURDÎ BI DAWÎ BIBE'
Li vir Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Heval Dilbahar axivî û got, "Bi salan e ji bo Kurdî ji holê bê rakirin gelek hewldan çêbûn, lê Kurdî xwedî dîrokeke mezin e. Zimanê Kurdî li dijî van dagirkeran li ber xwe daye û dagirker têk çûn. Em îro li vir radigîhînin ku polîtîkaya tinekirina Kurdî têk çûye û Kurdî bi berxwedanê li ser pêya disekine. Birêz Ocalan 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Birêz Ocalan li ser navê hemû gelan û Kurdan ji bo aştiyê kedeke mezin dide. Em heta dawiyê li pişt banga wî disekinin. Birêz Ocalan dibêje, 'Zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e'. Parastina ziman parastina hemû mirovahiyê ye. Eger em ê qala aştiyê bikin, bila hemû polîtîkayên tecrîdê yên li hemberî Birêz Ocalan û Kurdî bi dawî bibe."
'DIVÊ KURD STATUYA FERMÎ BI DEST BIXE'
Dilbahar daxwazên rakirina astengiyên li pêşiya Kurdî rêz kir û wiha got: "Kurd ji bo Kurdî statuyê dixwazin, pêwîste bibe zimanek fermî. Divê bibe navgîna hîndekariya ji zarokatiyê heta zanîngehê. Divê hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin. Divê navên Kurdî bên îadekirin. Divê ziman, erdnîgarî û çanda Kurdan di destûra bingehîn de bê naskirin. Banga me li hemû gel û saziyên Kurd ew e ku xebatên têkildarî ziman berfirehtir bikin. Divê gelê Kurd li dora zimanê xwe bibe yek. Ger Kurdî tune bibe, dê gelê Kurd jî tune bibe. Divê her malek veguhere dibistanekê. Kurdîtî ne tenê ji bo gelê Kurd nirxek e, di heman demê de nirxekî ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Em careke din li vir soz didin Mem û Zîn, Siyabend û Xecê ku em ê her tim ji bo Kurdî li her derê bi xurtî têbikoşin. Em ê ti hêzê weke astengiya li pêşiya Kurdî nebînin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma; "Bijî zimanê Kurdî" bi dawî bû.