WAN - Di pêşengiya GABB û Şaredariya Ebexê de 'Bostanê Bajar a Jinan' hat avakirin. Şitil bi destê jinan hatin çandin.
Şaredariya Ebexê bi pêşengiya Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) 'Bostanê Bajar a Jinan' xist jiyanê. Projeya ku weke qadeke jiyanê ya ku hevgirtina jin, hilberîn û azadiya jinê wê lê geş bibe hatiye amadekirin, tê payîn ku bi hişmendiya hilberîna ekolojîk re jinan ji aliyê aborî ve xurt bike û tevkariyê li bajêr bike. Di vekirina ku îro li Taxa Beyazit a Ebexê tovên yekem hatin çandin de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kurt, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Atabay Gundogdû, Hevşaredara Ebexê, aktîvîstên TJA'yê û jinên taxê amade bûn.
Gulşen Kurt di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku ew dê tevkariyê li îstîhdama jinê bikin û got, ''Em hemû jinan bi taybetî jî dayikên aştiyê silav dikin. Jin bi salan e têdikoşin. Ev têkoşîn li dijî kapîtalîzm, xizanî û kuştina jinan e. Şaredariya me Ebex îro bi kedeke mezin Bostanê Bajar a Jinan vedike, jin li gelek qadan bi taybetî di çandiniyê de li herî pêş in. Jin hem di nava civakê de hem jî li malê têkoşîneke mezin dimeşînin û ev baxçe bi keda jinê hatiye afirandin. Em hêvîdar in wê ji bo hemû jinên Ebexê bibe hêvî."
Neslîhan Şedal bal kişand ku armanca wan ew e ku hebûna jinan di jiyanê de û di civakê de zêde bikin û li gel têkoşîna xwe bajêr veguherînin bajarekî jinan û wiha got: "Armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku bi jinan re bixebitin, divê jin hem di civakê de hem jî di jiyana xwe de azad be; ji bo vê em ê çalakiyên jinan zêde bikin û em ê ji bo jinan li her qadê xebatên bi bandor bimeşînin. Bi keda jinan wê Ebex hîn bedewtir bibe."
Hatîce Atabay Gundogdû diyar kir ku armanca sereke ya bostanê bajar ew e ku jin bi hev re bi hêztir civakî bikin û wiha got: "Em ê çalakiyên jinan zêdetir berfireh bikin. Ji bo zêdekirina hilberînê em ê însiyatîfên ku piştgiriyê didin jinan pêk bînin. Armanca me ew e ku em vê projeyê hîn bêhtir mezin bikin û qadên ku hemû jin di warê aborî de karibin sûdê jê werbigirin, biafirînin. Çandinî bi destê jinan bi pêş ket. Îro jin li malê girtî ne, ji çandiniyê dûr in. Em jin ji nû ve bi ax û keda wan ve girê didin, wan vedigerînin cihê ku aîdî wan e. Em ê berfirehkirina qadên jinan ên li navçe û bajêr bidomînin."