ENQERE - Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Hemû Teqawîtan a 2021'ê Alî Surucu diyar kir ku teqawît bi xemgînî dikevin vê cejnê û got, "Bi kêm pereyên di destê xwe de wê hewl bidin neviyên xwe kêfxweş bikin, derfetên wan ê şerjêkirina qurbanekê nîne, çûyîna betlaneyê êdî xeyal e."
Di Cejna Qurbanê de bi qasî 16 mîlyon teqawît ji 4 hezar lîreyî re îkramiye hat dayîn. Îkramiyeya heyî li hemberî bilindbûna lêçûnan têrê nake jî, teqawît bi vê betlaneyê re rû bi rû man.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Hemû Teqawîtan a sala 2021'ê Alî Surucu li ser rewşa teqawîtan axivî.
Surucu anî ziman ku nûçeyên teqawîtan daketiya asta sedeqeyê û wiha got: "Tevî ku hêza fîzîkî êdî têrê nake jî, bi xebata li şantiyeyan, weke nobedarên şevê û firotina eşyayên li kolanan re têkoşîna man û nemanê tê dayîn. Qertên krediyê yên banqeyê bi deynan dagirtî ne û teqawît êdî nikarin cejnê pîroz bikin. Derfetên şerjêkirina heywanekî nîne. Teqawît gihiştin noqteya xwe ya şikandinê. Ji ber vê yekê pêwîste teqawît xwe bi rêxistin bikin, dakevin kolanan û têbikoşin."
Surucu da zanîn ku êdî cejn ne wek cejnên berê ne û wiha got: "Em êdî betlaneyên ku 15-20 sal berê me jiyan, nabînin. Niha tekane fikara me ew e ku em heya dawiya mehê debara xwe bikin. Teqawid meraq dikin, ku dê fatûreyên xwe çawa bidin. Bi piştgiriya ji kur, keç an jî xwişk û birayên xwe re dijîn. Moralê wan nîn e. Mirovên 65, 70 salî an jî 75 salî, ji bo çend quriş qezenc bikin li bazarê weke firoşkar dixebitin. Li kolanê tiştan difiroşin, weke nobedar an jî notirvan dixebitin. Heta ew di karên dijwar ên wekî înşaetan da dixebitin."
'CEJN JÎ BÛYE LUKS'
Surucu diyar kir ku teqawît bi dilekî êş cejnê pêşwazî dikin û wiha got: "Teqawît wê hewl bidin neviyên xwe bi çend qurişên xwe kêfxweş bikin. Ew dê hewl bidin şîranîyê ji budçeya xwe ya bisînor bikirin, lê dibe ku nikaribin derkevin derveyî malên xwe jî. Di dema cejnê de çûna betlaneyê bûye xewnek. Hin teqawît êdî nikarin kirêya xwe jî bidin. Heta ew lambeya di mala xwe da jî bi kêmasî bi kar tînin. Berî ku tarî bibe ronahiyê venakin. Cejn jî ji bo teqawîtan bûye luks. Lê em ê çi bikin? Em ê xwe bi rêxistin bikin, em ê têbikoşin. Em ê ti carî teslîm nebin. Em ê van rojên tarî bi hev re bi ser bixînin. Em ê bikin ku teqawît jî bi hewldanên xwe yên kolektîf rojên jiyana bi rûmet bijîn."