AGIRÎ - Zennûre Yuce ku keça wê Sema Yuce li dijî zextên ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitandibû, diyar kir ku keça wê baş dibû lê li nexweşxaneyê hatiye qetilkirin.
Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî zextên ser gelê Kurd xwe şewitand. Sema Yuce ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Sema Yuceyê re 27 sal derbas bûn. Sema Yuceyê, di nameya li pey xwe hiştî de gotibû “Dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe veguherînim pireke ji agir ku ji 8’ê Adarê xwe digihîne 21’ê Adarê.” Sema Yuce, di berxwedana gelê Kurd û jinan de bû sembolek.
Piştî çalakiya Sema Yuceyê, hunermend Hozan Serhat li ser wê strana “Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)” derxist. Sema Yuce, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. Di nava malbateke ku kevneşopiya şêxtiyê tê de serwer mezin bû. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Dutaxê û dibistana amadehî jî li Agiriyê temam kir. Sema Yuce ku Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir, di sala 1991’ê de li Mêrdînê tev li refên PKK’ê bû. Di sala 1992’yê de tevî komeke hevalên xwe vegeriya Agiriyê û li ser îxbarekê li navenda bajar hate girtin. Demeke dirêj di lêpirsînê de ma, piştre li dadgehê parastina siyasî kir û hate girtin. 22 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Ji ewil birin Girtîgeha Nevşehîrê û piştre jî sirgunê Girtîgeha Çanakkaleyê hate kirin. Di şeva 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand û di 17’ê Hezîranê di roja 88’emîn de li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da.
Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce bi boneya salvegera wefata keça xwe ji ajansa me re axivî.
PÊVAJOYA DIBISTANÊ YA LI ENQEREYÊ
Zennûre Yuce, diyar kir ku keça wê ji bo zanîngehê çûbû Enqereyê û ji sala 3’yemîn ve bi hev re dijiyan. Zennûre Yuce, got: “Keça min roj diçû dibistanê û bi şev tevî hevalên xwe vedigeriya. Diçûn odeyê û digotin ders dixebitin. Navberekê 7 rojan nehate malê. Min jê pirsa ‘tu li ku bûy?’ kir. Got; ‘Ji Trabzonê hinek karker hatibûn. Çalakî dikirin. Ez jî bi wan re bûm.’ Rojên me wiha derbas dibûn. Rojekê hevalek wê di dest de kovarek hate malê. Li ser kovarê wêneyê Bêrîtanê hebû. Hevala wê got; ‘Dayê, heke Sema rojekê van cilan li xwe bike tu dê çi bibêjî?’ Min jî jê re got; ‘Sema li ku ye, ev cil li ku ne?’ Demekî kin piştre, di 7’ê Nîsanê de em bi rojî bûn. Me xwarin danîbû û li benda bang bûn, Sema nehate malê. Çendek roj piştre telefonek hat. Gotin ku tev li PKK’ê bûye. Li ser vê yekê em jî vegeriyan gundê xwe.”
18 ROJAN HATE ÎŞKENCEKIRIN
Bi domdarî Zennûre Yuce da zanîn ku keça wê du sal piştre li ser îxbarekê li Agiriyê hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “18 rojan di îşkenceyê de ma. Piştî îşkenceyê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Dema li girtîgehê ez carekê çûm serdana wê. Wê demê girtîgehan destûra xwarinan didan. Dema ji gund çûm, min jê re xwarin bir. Di tevahiya rojê de bi wê re bûm. Dema min ew dîtî gelek keyfxweş bûbûm.”
‘LI NEXWEŞXANEYÊ QETIL KIRIN’
Zennûre Yuce, bal kişand ser çalakî û armanca keça xwe û wiha got: “Di meha Adarê de li vir berf hebû. Li gundê me kesekî wefat kiribû. Her kes çûbû sersaxiyê. Ez û kurê xwe li malê bûn. Di demên şînê de televîzyon nedihatin vekirin. Kurê min got gelek aciz bûye û dê deqeyekê li nûçeyan guhdar bike. Dema kurê min televîzyon vekirî, Girtîgeha Çanakkaleyê dihat nîşandan. Di nûçeyan de digotin ku Semayê çalakî li dar xistiye. Kurê min dest bi girî kir. Min jî xwe ji wî aciz kir û jê re got ‘negirî.’ Ji ber ku roja Sema çûyî me dizanî yan dê mirin çêbibe yan jî dê were girtin. Dema gundiyan bûyer bihîstin, dev ji cihê şînê berdan û hatin mala me. Me jî bi lez û bez xwe amade kir û ketin rê. Heta em çûn, Sema anîbûn Stenbolê. Min Sema li nexweşxaneyê dît. Keça min baş dibû. Ji min cil xwest. Êdî tam xwe komî ser hev dikir. Li ser rûyê wê tu şop tunebûn. Lê piştre girtin emeliyatekê. Min nexwest wê bibin emeliyatê lê dîsa jî emeliyat kirin. Piştî emeliyatê jî rakirin beşa lênihêrîna awarte. Êdî Sema bi mamayê xwedî dikirin. 3 roj piştre jî jiyana xwe ji dest da. Keça min li nexweşxaneyê hate qetilkirin.”
‘ENCAMA ÎRO BERHEMA DAYIKÊN KURD E’
Zennûre Yuceyê, daxuyand ku têkoşîna gelê Kurd îro bi saya dayikên Kurd gihiştiye vê astê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zarok tevek ên wan in. Divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Mixabin zanîna ciwanên Kurd ên salên 80’ê û ya ciwanên niha nê mîna hev e. Ciwanên me ketine çirava tiryakê. Zanîngeha herî mezin dayik û bav in. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em wan zana û xwedî îrade mezin bikin. Nexwe dê tu xêra wan ji bo têkoşîn û civakê nebe.”
NAMEYA LI PEY XWE HIŞTÎ
Sema Yuce beriya çalakiya xwe, nameyek li pey xwe hişt. Sema Yuce, di nameya xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha dibêje: "Ez di sala 1971’ê, li Agiriyê hatim dinyayê. Di nav Tevgerê de min navên rêxistinî yên Leyla û Serhildan bikaranîn. Ez di nav malbatek ku di nav feoldalîteya Kurd de xwedî cih bûye, lê di tevahiya dîroka komara Tirkiyeyê de ne bi rejîmê re bûne yek û ne jî tam karîne nasnameya kurdayetiyê biparêzên, her wiha her ku çûye di nav pergalê de heliyane û bi qasî madî her wiha manewî jî lewaz dibin de mezin bûm. Em şeş xwîşk û bira ne. Malbata min welatparêz e. Di nav malbatê de apê min ê mezin bi navê Leyla Qasim bang li min dikir. Hem ev yek ku ji salên 70’î di hişê min de mabû û hem jî bandora wê ya kûr bû hevdîtina min a bi têkoşîn û girsebûna salên 90’î. Di zaroktiya xwe de, di şexsê malbata xwe de ez bûm şahidê tevahiya şer û nakokiyên rastiya Kurd û min ev yek ji nêz ve dît. Herî dawî jî di saziyên perwerdeyê yên Kemalîzm de ev yek hîn zêdetir bi pêş ket.
Çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin. Ji ber ku min xwe li ser bingeha rast birêxistin nekir, asta têgihîştina Rêbertiyê bi dem û mekan re li hev neanî, min nekarî paşverûtiyên di kesayeta xwe de derbas bikim. Di heman demê de, di nav refên têkoşînê de tevî ku li dijî koletiyê bi hêrs bûm, li dijî xwe ferzkirinên civaka serwer a mêr min nekarî sekneke bihêztir raber bikim. Dema zivirîm û min li pey xwe nihêrtî, min dît ku wek jineke Kurd, her mirovek Kurd ku ber bi rêya birêxistinê ve diçe, her wiha wek her mirovekê ku gelek lewaziyên beşerî ku tûşê dibe, dît ku min jî pirsgirêkên kesayet, kêmaniyên siyasî û rêxistinî jiyan kirin. Lê min tu caran di cihê xwe de nehejmart. Doktirîna azadiyê ku di pêşengtiya Rêber Apo de bi pêş diket, her tim bû hêza ku ez li ser pêyan digirtim. Di vê xalê de ez dibînim ku hemû nakokiyên civaka Kurd û çînên serdest ên Kurd di kesayeta jinê de gihiştine asta xwe ya dawî û ev jî xala derbasbûnê ye. Bêyî mubalexe, di kesayeta xwe de di asta nakokiyê de, nakokiyeke bi hezar salan hîs dikim û têdigihijim. Ev di heman demê de kêliya ku min xwe derbas kiriye, îfade dike.
Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev.”