NAVENDA NÛÇEYAN - Civaknas Mûstafa Meraeen ku banga bidawîkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê de kir, li Îranê hate girtin.
Ji Zanîngeha Tarbîatê ya Îranê Cîgirê Doçent Mûstafa Mehraeen duh li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal nameyeke aşkera parve kir û banga bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kir. Civaknas Mahraeen, di nameya xwe de ji rêveberiya Îranê daxwaza bidawîkirina şer kir. Piştî nameyê, bi ser mala Mahraeen de hate girtin û hate binçavkirin. Mehraeen ku şandin Girtîgeha Evînê, beriya niha jî ji Alî Hamaney re nameyên aşkera nivîsandibû. Di nameyên xwe de polîtîkayên sereke yên Komara Îslamî ya Îranê rexne dikir, dixwest referandum were kirin, dixwest lîderê rejîmê îstîfa bike û banga destpêkirina muzakereyan kiribû. Ji ber nameyên behsa xeberê, der heqê Mehraeen de doz hatibûn vekirin. Mehraeen, ragihandibû ku gelek caran gefa kuştinê lê tê xwarin.
Mehraeen di nameya xwe ya dawî de ji Ayetullah Alî Hamaney û rayedarên din ên Îranê xwest ku tavilê şer bi dawî bikin û îktîdarê biterikînin. Mehraeen, di nameya xwe de pirsa “Weke hemwelatiyekî ez ji we dipirsim; kê mafê tunekirina vî welatî û emanetê rabûrdiyê daye we?” kir û got: “Ez li ser navê gelê aştîxwaz ê vê xakê bangî we dikim; vê dînîtiyê û ruhê şerker ê rûxîner bi dawî bikin. Dixwazin bawer bikin dixwazin bawer nekin, êrişên hilweşîner ên çendek rojan ên artêşa Îsraîlê nîşan da ku ne gel ne jî weke rêveberî hûn, ne hêzeke bi rastî jî şer dike û diparêzin in. Ev geşedan nîşan didin ku otorîteya dewletê nemaye.. Xuya dike ku hûn ne xwedî wê hêzê ne ku hikûmetê birêve bibin. Êdî dema wê hat; îktîdarê berdin û bihêlin ku pergala siyasî û civakî ya vê xakê dîsa bê tesîskirin.”
Mehraeen banga vegera li muzakereyan kir û got: “Qeydên pergala kûrewî qebûl bikin û şer bi dawî bikin... Dixwazin bawer bikin dixwaz bawer nekin lê ev gel we weke rêveber nabîne. Heke hûn hêj li vir bimînin, dê ji hêla dîrokî, exlaqî û nirxên însanî ve ji bo vê axê bibin rûreşî. Li şûna şer; welatê me radestî kesên zana, birûmet û berjewendiyên neteweyî diparêzin bikin da ku pergalê ava bikin.
Mehraeen herî dawî jî banga li gel kir ku dakevin qadan, alên spî bilind bikin û tenê dirûşma “Bi Dinyayê re aştî” berz bikin.