STENBOL - Riza Turmen ku di konferansa “Vekirina Rêya Aştiyê” de axivî, diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi civakîkirina wê pêkan e û got: “Aştî, bi tunekirina sedemên rê li ber rakirina çekan vedike re dibe. Eniya demokrasiyê divê ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşniyar bike.”
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê li navçeya Eyupsûltanê ya Stenbolê konferansa bi mijara “Vekirina Rêya Aştiyê” li dar dixe. Ji derdorên cuda gelek siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend tev li bûn. Axaftina ewil a konferansê ji hêla dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen axivî.
Turmen, diyar kir ku hiqûqa welat jiholê hatiye rakirin û got. “Dema ev dibin jî, li rexa din bi aliyan re pêvajoya ‘Tirkiyeye bêteror’ tê meşandin. Banga Ocalan, berdana çekan, banga Bahçelî hêviyê didin. Lê divê ev tiştên ji hev cuda neyên dîtin. Li rexekî pêvajoya aştiyê heye, li rexa din jî rewşekî ji aştiyê dûr dikeve heye. Li rexekî aştî, li rexa din rejîmeke zextker heye. Ev wiha nabe. Divê em van pêvajoyan bikin yek. Pêvajoya demokratîkbûnê wiha dibe. Divê tenê ji hêla ewlehiyê ve li pirsgirêka Kurd nenihêrin, divê ji perspektîfa çareseriya siyasî û civakî lê binêrin. Li vir mijara girîng, civakîbûna aştiyê ye. Ji ber ku aştî ne tenê berdana çekan e, divê sedemên rê li ber rakirina çekan vedikin ji holê bên rakirin. Ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê divê gel bibe kirdeya pêvajoyê. Heke sedemên şer ji holê ranebein, şer dê dîsa derkeve. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê pêvajoyê jî gavên zextker ên îktîdarê ne.”
‘DIVÊ EM ZIMANÊ ÇARESERIYÊ YÊ HEVPAR BIBÎNIN’
Turmen, got ku bêdengbûna çekan û avakirina komîsyonê ya li Meclisê girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Gelo dê di tevahiya siyasetê de hêmaya sereke ‘ewlehîperestî’ be? Meseleya herî girîng ev e. Ji ber ku dema em ketin pêşiya ‘avadaniya ewlehîperest’ ku sazûman bûye, heta ku em li ser zemîna hemwelatiya wekhev lê nênihêrin, dê hemû hewldan têk biçin. Hewcehî bi guherîneke mezin a zîhniyetê heye. Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna dewletê, bi diyarknirina qeydên jiyana civakî ya pirnasnameyî û bi demokrasiyeke piranîparêz pêkan e. Lewma pirsgirêk ne tenê di navbera Kurdan û dewletê de ye, pirsgirêk tevahiya welat eleqedar dike. Lewma jî bi îradeyeke jiyana hevpar dikare çareser bibe. Ji bo vê jî divê em zimanekî çareseriyê yê hevpar bibînin.
Komîsyona tê avakirin divê bi beşdariya endamên hemû partiyan ava bibe. Û hejmara endaman wekhev be. Divê civak jî tê de cih bigire. Em mecbûr in têkoşîna demokrasiyê bimeşînin. Divê tevgera siyasî ya Kurd jî teqez di vê têkoşînê de be. Eniya deomkrasiyê, divê pêşniyara çareseriyê pêşkeş bike. Divê CHP pêşengtiya vê pêvajoyê bike. Divê ji bo çareseriyê planên şênber pêşkeş bike.”