STENBOL - Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Strasbourgê hatibû destpêkirin, di sala 14’an de ye.
Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ku li bajarê Strasbourg a Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de bi pêşengiya “Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re” hate destpêkirin û bê navber dewam kir, kete sala 14'an. Nobeda ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li qadeke welê tê meşandin ku saziyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê lê ne. Heta niha ji çar aliyên Ewropayê bi hezaran kes tev li çalakiyê bûne.
Çalakiya nobedê ne tenê bi daxwaza azadiya fîzîkî tê meşandin, her wiha fikrên Abdullah Ocalan jî belav dike, dike ku têkoşîna gelê Kurd bê dîtin û zexta raya giştî li saziyên navneteweyî bê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Çalakî hefteyê heft rojan bê navber dewam dike. Yek ji rêveberên çalakiyê Zulfu Bîngol anî ziman ku çalakî wê bi biryardarî dewam bike û got: “Azadiya Rêber Apo armanca me ya esasî ye. Rêber Apo îradeya gelê Kurd e. Heta ku îradeya xwe azad nebe gelê Kurd azad nabe."
Çalakiya ku gihîşt hefteya 680'emîn, vê hefteyê ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a ji bajarê Bern ê Swîsreyê ve tê meşandin. Çalakgerên vê hefteyê Dilovan Sogûn, Metîn Mîntaş û Mehmet Leblebîcî ne.