WAN - Peyama bidîmen a Abdullah Ocalan mohra xwe li kongreya Wan TUHAY-DER’ê.
Komeleya Pişevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER), li eywaneke dawetan a bajar 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Komeleyê Çetîn Uyar axivî û got: “Me ev roj weke roja cejnê ragihand û em kongreya xwe mîna cejnê li dar xistin. Komeleya malbatên girtiyan pir girîng e û divê xwedî lê were derketin. Em ê xwedî li pêvajoya hatiye destpêkirin derkevin û destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Em ji rêberê xwe bawerin û jê bawerin ku dê pêvajoyê bi ser bixe.”
Dayika Aştiyê Eynê Atabay jî got: “Baweriya me ya bi Rêberê me tam e. Divê li hemberî vê gava tevgera Kurd gav bên avêtin. Hewceye girtiyên nexweş tavilê bên berdan.”
'ME PAŞVEGAV NEAVÊT’
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn jî ev tişt anî ziman: “Me tu caran dev ji rêya edalet û heqîqetê berneda. Rêyeke dirêj û biêş bû. Roj hat em hatin kuştin roj hat em di nava dîlgirtinê de bûn dengê azadiyê. Tevî hemû zehmetî û tunehesibandinan jî me tu caran paşvegav neavêt. Jin, ciwan, dayik bûn neferên vê têkoşînê. Di vê serdemê de hêviyên aştiyê çêbûne. Dê têkoşîna me ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û binpêkirinên li girtîgehan bidomin.”
‘PEYAM BO ME BÛ MORALEKÎ MEZIN’
Wekîlê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar jî bal kişand ser peyama bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Peyama birêz Ocalan ji bo me bû moraleke mezin. Li pêşiya me paradîgmayeke nû heye û em jî dê birêve bibin. Em ê teqez bi ser kevin.”
Di kongreyê de banga bidîmen a Ocalan hate pêşandan. Di vê navberê de beşdaran bi yekdengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
Piştî xwendina raporên çalakî û darayî, hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Osman Başak û Rengîn Karabulut weke hevserokên nû yên komeleyê hatin hilbijartin. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû.