WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku dema merasîma îmhakirina çekan temaşe kirin hem xemgîn hem jî keyfxweş bûne. Welatiyan got ku ew minetdarên Abdullah Ocalan in û xwestin dewlet gavan biavêje.
Li ser bang Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, merasîma çekdanînê li Şikefta Casenê ya li çolterê Silêmaniyeyê hate lidarxistin. Endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat pêşengiya wê kir, bi banga Ocalan ve çekên xwe şewitand. Merasîma ku bala cîhanê lê bû, gelê Kurd jî li ser ekranan bi kelecan temaşe kir.
Welatiyên Wanê ku me têkildarî merasîmê mîkrofon dirêj kir, diyar kirin ku divê dewlet li hemberî vê pêngavê gavên mezin û krîtîk biavêje.
‘XEMGÎNÎ Û BEXTEWARÎ’
Narîn Aydin a diyar kir ji ber “pêvajoya çareseriyê” ya berê hêj bi fikar in û got: “Em piştî temaşekirina merasîma şewitandina çekan hem pirs xemgîn bûn û hem jî bextewar bûn. Em ê di vê pêvajoyê de tenê bi xwe bawer bin, ne tu kesî. Em li her derê aştiyê dixwazin. Hêvîdar im encama wê jî baş be. Divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre lewra ev pêvajo ji bo me pir girîng e. Ji vir şûn de bar dikeve ser milê jinan û hevalên ciwan.”
BANGA HIŞYARIYÊ
Hîkmet Ayhan ê ku diyar kir ku aştî ji bo Kurd û Tirkan baş be û daxuyaniya serokkomar a piştî merasîmê jî erênî bûye û got: “Em xûşk û bira ne divê ev mijar êdî li Meclisê jî bê axaftin û gav bên avêtin. Tenê bi danîna çekan ve ev pêvajo bi rêve naçe. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Di girtîgan de bi hezaran merivên bê sûc hene. Divê li Tirkiyeyê edalet pêk bê. Divê me di vê pêvajoyê de pir baldar bin. Divê me li dijî sabotekirina pêvajoyê hişyar bin.”
‘EM LI BENDA GAVAN IN’
Guneş Gunerê, destnîşan kir ku em dikarin bi hev re wek xûşk û bira bijîn û ev tişt got: “Ez ji vê pêvajoyê bawer im û piştgiriyê didimê. Piştê banga bidîmen a rêber Abdullah Ocalan, ez bêtir xwedî li pêvajoyê derdikevim. Ez dixwazim Kurdî bibe zimanê fermî. Divê li herêma Kurdistanê zimanê yekemîn ê fermî Kurdî be. Em li bendê ne ku dewlet jî gavên baş biavêje.”
‘EM BI RÊBER OCALAN BAWER IN’
Zahîr Haykir, rave kir ku çekdanîna PKK’ê gaveke girîng ê dê gavên dewletê ewqas girîng be û wiha axivî: “ Di vê pêvajoyê de ger weke cara berê de dê baş bi rêve biçe. Dema PKK’ê çek danî em xemgÎn bûn lêbelê Abdullah Ocalan baştir dizane. Daxuyaniya serokkokar jî baş bû. Em ji pêvajoyê bawer in lê ji bo bawiya me zêdetir bibe divê dewlet gav biavêje û di despêkê divê girtiyên siyasî bên berdan.”
Gulîzar Yukselenê got: “Kesên ku bû wesîleya vê aştiyê ez spasdarê wan im, em xûşk û bira ne. Lêbelê em jî heqê xwe dixwazin, hêvîdar im ku em ê heqê xwe bigrin. Em wek gelê Kurd em ê ji bo heqê xwe bêtir têbikoşin û em ê bi serbikevin.”
‘EM MINETDARÊ OCALAN IN’
Abdulşakîr Dîlek, wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de gavavêtina her du aliyan pir girîng e. Bila êdî aramî bê vî welatî. Gundên me vala kirin, tu sûcê me tunebû em hatin îşkencekirin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Êdî dema gavavêtina dewletê hat bila girtiyên siyasî berde. Rêzdar Abdullah Ocalan, bi salan e ji bo aştiyê ked dide û gotina xwe bi cih tîne. Em minettarê Ocalan in bila serbest be.”
GAVÊN QANÛNÎ
Ciwanê bi navê Burak Guzel, ev tişt got: “Em wek gelê Kurd me gava ewil avêt û em li benda gava dewletê ne. Em dixwazin mafên Kurdan bê dayîn. Divê ciwan bi hev re tevbigerin û pişgiriyê bidin hev. Em mafên xwe dixwazin. Mînak dê perwedehiya bi Kurdî bê dayîn, di pergala perwerdehiyê de nasname û zimanê mê dê bê naskirin?”
Dayika bi navê Bulbul Gokçenay, got: “Em dixwazin aştî bê. Di vî welatî de Kurd û Tirk dikarin bi hevre bijîn. Divê berê girtiyên siyasî bên beredan. Em ji pêvajoyê bawer dikin û dê bi serbikeve.”
EM NE LI BENDA SOZAN LI BENDA GAVÊN FERMÎ NE
Orhan Ozdemîr ev titşt got: “Berê me çar pêvajoyê wiha derbas kir. Lê pêvajo pir girîng e. Mirov bni kesên ku şer dike re li hev tê. Daxwazên gelê Kurd ê sed salan hene. Di pêvajoya ewil de rêbaza pevajoyê rast bû lêbelê kes şaş bûn. Divê ev pêvajo ne bi gotinan bi fermiyetê ve rêve biçe.”