Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome

  • rojane
  • 09:05 15 Tîrmeh 2025
  • |
RIHA - Taxa Keşlîka Mezin a Rihayê ku qada sîtê ye, bi gefa xeraca TIR'an a tê çêkirin re rû bi rû ye. Şêniyên bajêr ji vê rewşê ne razî ne. 
 
Li taxa Keşlîka Mezin a navçeya Karakopruyê ku bi biryara Lijneya Parastina Mîrata Çandî ya Rihayê ya bi dîroka 27'ê Adara 2018'an, wekî Qada Sîtê ya Asta Duyemîn hat qebûlkirin. Çendî wekî qada sîtê hatibe qebûlkirin jî, li vir çêkirina xeraca TIR'an û tamîratxaneyê didome. Şaredariya Bajarê Mezin di sala 2021'ê de, bi hinceta wê "kooperatî bê çêkirin" erdê kevirî yê taxê da ber îmarê. Piştî vê biryarê, kooperatîfek ji hêla xwediyên kamyonan ve hat avakirin û kooperatîfê li herêmê dest bi avakirina xeracê kir. Gelek dar li herêmê hatin birîn û cihên dîrokî bi xetereyê re rû bi rû ne. 
 
Li herêmê nivîsên serdema Romayê, şikeft û bîrên avê hene. Her wiha tax bi darên fistiqan dorpêçkirî ye. Şêniyên taxê ji vê rewşê aciz in. Xebatên înşeatê ji ber protestoyan demekê hatibûn sekinandin, lê hefteya borî dîsa dest pê kirin. 
 
Li gorî şêniyên taxê, bermahiyên ku piştî temamkirina çêbibin dê li nava zeviyên wan û li mêrgan bên valakirin. 
 
ŞÊNÎ PROJEYÊ NAXWAZIN
 
Ji şêniyan Osman Karataş (70) got: "Em ne pîşesaziyê dixwazin, ne jî dixwazin ji cih û warê xwe bibin. Em li vir heywanan xwedî dikin û çandiniyê dikin. Lê heke ew vê kooperatîfê ava bikin, ev der dê tijî çop bibe."
 
Adil Karademîr (54) ku got "Dixwazin me ji gundê me derxînin" wiha got: "Her kesê ku em jê re dibêjin pişta xwe dide me. Ne zarokên me ne jî em nikarin bi vî rengî bijîn. Em êdî nikarin heywanên xwe biçêrînin. Dema ku heywan diçin deverên ku wan diyar kiriye, me ji vir derdixin."
 
Azîz Karademîr (40) diyar kir ku ew li dijî avakirina kooperatîfekê ne li taxa wan û got: "Em li vir sewalvaniyê dikin. Dema ku em gilî dikin, cendirme tên û dibêjin, 'Em ê bi zorê bikin'. Dibêjin ku ew ê ava qirêj û çopê bavêjin vir. Ji ber vê yekê em ê çawa li vir bijîn? Goristanên me li vir in, dîroka me li vir e."
 
Ahmet Akkûş (32) diyar kir ku dîrokeke taxê ya 3 hezar salî heye û got ku gelek berhemên dîrokî yên serdema Romayê hatine dîtin. Akkûş got: "Em bi çandina fistiqan û xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Di du sê salên dawî de dest bi wêrankirina xwezayê kirine. Tesîsa pîşesaziyê bi qasî 200-300 metreyan dûr e. Ger were çêkirin, hem dîrok û hem jî xweza wêran dibe. Em li dijî vê yekê ne."
 
PÊVAJOYA DARAZÊ DIDOME
 
Mehmet Diyadîn Eskîler yek ji parêzerên ku meseleyê xistiye rojevê, got ku ew ji sala 2021'ê vir ve têkoşîneke qanûnî dimeşînin. Parêzer Eskîler diyar kir ku ev tax taxeke dîrokî ye û gelek darên fistiq û zeytûnan lê hene û got: "Piraniya van ji hêla vê projeyê ve hatine wêrankirin. Ev der xwedî dîrokeke kevnar e. Wan ew wekî stargeh bi kar anîne."
 
Eskîler diyar kir ku pêvajoya darazê berdewam dike û got: "Cihê ku em niha lê ne, nêzîkî 600 metre dûrî cihê ku kooperatîf lê tê avakirin e. Ew her wiha difikirin ku sîstema kanalîzasyonê jî bera vir bidin. Her çend ev herêma parastî tu tamîr an parastinek avahîsaziyê nedîtibe jî, ew niha wê mehkûmî wêrankirinê dikin. Her çend li vir tamîr an restorasyon tune be jî, em dixwazin ku ew bi kêmanî were parastin."
 
Eskîler got ku tax rastî wêraniyeke mezin a ekolojîk hatiye û got ku ji bilî daran, jîngeha heywanên wekî rovî, kêvroşk û marên li herêmê jî wêran bûne.
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da
16:28 DBP: Divê polîsên ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî malbat derb kirin ji kar bên avêtin
16:07 Kongra Star: Temînata Sûriyeyê nenavendîbûna demokratîk e
15:50 Navenda Metroyê: Di 6 mehan de 110 kes hatin binçavkirin
15:49 Ahmet Ozer ji dosyaya ‘lihevkirina bajar’ tehliye bû
14:41 Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin
14:32 MEBYA-DER’ê li Şirnexê rêveberiya nû hilbijart
14:21 Xwebûn bi manşeta “Destpêka pêvajoya nû” derket
13:27 595 hezar ciwanan bi hêviya perwerde û peydakirina kar koç kirine
13:08 HSD’ê ji bo Siwêdayê banga agirbestê kir
12:59 Rojnamegerê tedawiya penceşêrê dibû jiyana xwe ji dest da
12:53 Şebnem Korur Fîncanci: Divê rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî komîsyonê bibin
12:14 PDK û YNK dê îro bicivin
11:50 Tazmînata ji bo leşkerê hatibû kuştin ji malbatên HPG’iyan xwestin
11:27 Palestine Action li Ingilistanê hate qedexekirin: Yasayeke neheq hate derxistin
11:08 Li gundên Cilbya û Bilikayê rojane 270 tonê daran tên birîn
10:39 SOHR: Li Suweydayê 37 kes hatin kuştin
10:36 Li Endonezyayê bi pileya 6.7’ê erdhej çêbû
10:26 DBP, DEVA, SAADET: Divê pêvajoya avakirina komîsyonê û gavên hiqûqî neyê dirêjkirin
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû