NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzer Margaret Owen got ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ji bo serkeftina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" pir girîng e.
Parêzvana mafên mirovan û parêzer Margaret Owen ku bi salan e ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û li dijî pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebite, pêşketinên di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de nirxandin.
Margaret Owenê ku banga Ocalan a 27'ê Sibatê wekî "wekî şoreşek nû, serdemeke bi tevahî nû" bi nav kir, diyar kir ku bang ji aliyê civaka navneteweyî ve jî bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Wê diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsiyar e ku sererastkirinên qanûnî yên di meclisê de çêbibin bicîh bîne.
Margaret Owenê destnîşan kir ku komeke PKK'ê di 11'ê Tîrmehê de çekên xwe şewitandine û ev ji aliyê pêvajoyê ve "jesteke nuwaze ye" û got: "Niha dem hatiye ku em li ser çareseriyeke siyasî biaxivin. Gog êdî li cem Erdogan e; divê ew biryarê bide."
Margaret Owenê destnîşan kir ku Erdogan hîn jî zimanekî wekî kurd "teror" bin bi kar tîne û Qanûna Dij-Terorê (TMK) hîn jî wekî amûrekê li dijî kurdan tê bikaranîn.
'BÊYÎ OCALAN AŞTÎ NE PÊKAN E'
Margaret Owenê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 18'ê Adara 2014'an bi bîr xist ku Abdullah Ocalan bi cezayê muebbetê yê girankirî û bêyî mafê berdana bi şert (mafê hêviyê) wekî dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) mehkûm kiriye û got: "Bêyî azadiya Ocalan pêvajoyeke aştiyê ya rastîn çênabe. Li Nelson Mandela bifikirin; ji bo bidawîkirina apartheidê li Afrîkaya Başûr, diviyabû ew azad bûya. Divê Ocalan jî azad be."
'DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN'
Margaret Owenê destnîşan kir ku divê piştî bidawîbûna têkoşîna çekdarî PKK ji "lîsteya terorê" were derxistin û got: "Dadgeha Bilind a Belçîkayê du sal berê PKK'ê ji lîsteyê derxist. Lêbelê, li Îngilistanê ew hîn jî di lîsteyê de ye. Ji ber vê yekê di Mijdara sala borî de heft kurd hatin binçavkirin. Divê zext li Îngilistanê were kirin da ku PKK ji lîsteyê were derxistin."
‘DIVÊ FIKIRÊN OCALAN LI SERANSERÊ CÎHANÊ ESAS BÊN GIRTIN'
Margaret Owenê bilêv kir ku pêwîst e jin di azadiya Ocalan û serkeftina pêvajoyê de rol bilîzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ramanên Ocalan ewqas baş û bêhempa ne ku divê li seranserê cîhanê esas bên girtin. Li Tirkiyeyê her hefte jin tên kuştin. Ji modela kurd gelek tişt hene ku meriv fêr bibe û divê her kes ji ber tevkariyên Ocalan ên di vî warî de minêkar be. Tirkiye dikare bi piştgiriya vê modelê roleke girîng bilîze û pê serbilind be. Ev pêvajo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo herêmê û cîhanê jî girîng e. Ew her wiha bi tiştên ku li Xezeyê, Lubnanê û Îsraîlê diqewimin ve girêdayî ye."
MA / Hîvda Çelebî