ŞIRNEX – Di doza Mîraç Mîroglû yê 7 salî de ku wesayîta zirxî pêl wî kir û jiyana xwe ji dest da, biryara beraeta ya der barê polîs de ji aliyê dadgeha îstînafê ve ji ber sedemên prosedurî hat betalkirin. Lêbelê, ji bo doz ji nû ve bê lidarxistin, bi mehan e "destûra lêpirsînê" ya Wezareta Karên Navxweyî nayê dayîn.
Di 3'yê Îlona 2021'ê de, Mîraç Mîroglû yê 7 salî dema ku li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê li kuçeya ku mala wî lê ye duçerxeya xwe diajot, wesayîta zirxî pêl wî kir û jiyana xwe ji dest da. Rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) di danişîna heftemîn a doza der barê polîs Metîn Kîraz de ku bi sûcê "kuştina biqisûr" hatibû vekirin, pêşkêşî dadgehê hat kirin. Di raporê de hat îdîakirin ku wesayît hêdî çûue û yê qisûrdar Mîroglû ye. Dozgeriyê di vî warî de nêrîna xwe pêşkêş kir û daxwaza beraeta sûcdar kir. Dadgehê jî biryara beraetê da.
Baroyên Şirnex û Amedê li dijî biryarê îtîraz kirin, lê Dadgeha Îstînafê biryara beraeta ya der barê polîs Kiraz betal kir û dosya ji Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Îdîlê re şand. Ji bo ji nû ve darizandinê destûra Wezareta Karên Navxweyî hewce ye. Lêbelê, tevî ku zêdetirî du mehan derbas bûye jî, wezaretê hîn bersiv nedaye.
Endamê Komîsyona Mafê Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Sabrî Çatikkaş Şirnexê, der barê dozê de axivî.
‘WEZARETÊ PÊŞIYA DARIZANDINÊ DIGIRE'
Çatikkaş diyar kir ku wezaret bi helwesta xwe "dîwarekî burokratîk" li pêşiya pêvajoya darizandinç daniye û got: "Ev rewş nîşaneyeke eşkere ya siyaseta bêcezatiyê ye. Dadgeha asta yekem li gorî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) polîsê bersûc bi hinceta 'bêqisûriyê' beraet kir. Daîreya Ceza ya 10'emîn a Dadgeha Herêmî ya Amedê îtîraza parêzerên malbatê nirxand û biryar ji ber sedemên prosedurî betal kir û diyar kir ku ji ber ku bersûc peywirdarê cemaweriyê ye, girêdayî 'darizandina taybet' e û bêyî wergirtina destûra lêpirsînê darizandin nikare were kirin. Îstinafê di 17'ê Cotmeha 2024'an de biryarê betal kir û dosye şand Dadgeha Asliye ya Ceza ya Hezexê. Dadgehê dosye bi hejmara dozê 2025/67 ji nû ve tomar kir û di 11'ê Sibata 2025'an de biryara 'rawestandinê' da, heya ku destûra lêpirsînê were dayîn. Dosye du meh şûnde ji Serdozgeriya Hezexê re hat şandin. Serdozger, di 5'ê Gulana 2025'an de, ji Wezareta Karên Navxweyî re destûr xwest ku lêpirsînekê bike. Lê ji wê demê ve tu bersiv nehatiye wergirtin."
Çatikkaş destnîşan kir ku divê heyama destûra lêpirsînê di nav 30 rojan de biqede û got ku ev heyam di rewşên pêwîst de dikare herî zêde 15 rojan were dirêjkirin. Çatikkaş bilêv kir ku ev dem jixwe qediyaye û got: "Di şert û mercên normal de, divê ev destûr di vê heyamê de bihata dayîn. Lêbelê, Wezareta Karên Navxweyî bêdeng dimîne. Ev encama darizandinên dirêj ên kronîkbûyî û astengiyên burokrasiyê yên di nav dadweriyê de ye. Dadwerî, nemaze li deverên mîna Hezexê, pir hêdî dixebite. Ev mafên mirovan ên ji bo lêpirsîneke bibandor û darizandina di demeke maqûl de binpê dike."
BÊCEZATÎ
Çatikkaş destnîşan kir ku darizandina destpêkê ji serî ve bi awayekî neqanûnî hatiye kirin û dadgeh erka xwe ya komkirina delîlan bi cih neaniye. Çatikkaş got: "Dosye leza wesayîta zirxî ya ku ji hêla bersûc ve hatiye bikaranîn destnîşan nake. Tevî daxwazên me ku me gelek caran ji dadgehê daxwaz kir, ev delîla girîng nehat berhevkirin. Tu delîlên din ên ku sûcê bersûc nîşan didin nehatine lêkolînkirin û tevî vê yekê jî Saziya Tiba Edlî (ATK) li ser qenaeteke qels biryar da ku bersûc bêguneh e. ATK, bêyî leza wesayîta zirxî tespît bike, tenê li ser texmînan nêrîn pêşkêş kir. Kiryarên Nihat Kazanhan bêyî girtinê hatin darizandin û piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku qanûn hatiye binpêkirin, ew winda bûn. Kiryarên Muhammed û Furkan Yildirim, birayên hev, ku dema li mala xwe ya li Silopiyayê di xew de bûn, wesayîteke zirxî ew kuştin, bi cezayên kêm xelas bûn. Ji hêla din ve, kiryarên Yahya Menekşe qet nehatin cezakirin. Doza Mîraç di xetereyê de ye ku bi vê xeleka bêcezatiyê re rû bi rû bimîne."
BANGAWAZÎ
Çattikkaş bilêv kir ku ji bo dosyeya navborî pêdivî bi piştevaniya raya giştî û derdora hiqûqê heye û got ku ji bo pêvajoya dozê bê guherandin pêdivî bi piştgiriya raya giştî heye.
MA / Zeynep Dûrgût