NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên ku ji ber muzîka Kurdî guhdar kiribûn rastî êrîşa polîsan hatibûn û êrîş li gelek bajaran bi çalakiyan hat şermezarkirin û peyama ku wê li dijî êrîşên înkar û asîmîlasyonê yên li hember zimanê Kurdî têkoşîn bidome hat dayîn.
Li Stenbolê malbateke Kurd ji ber ku muzîka Kurdî guhdar kirin rastî êrîşa polîsan hat û bi boneya şermezarkirina êrîşê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin û hat gotin ku dê ji bo parastina ziman û çanda Kurd têbikoşin.
MÛŞ
DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li gel Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Rêxistina Navçeyê ya DEM'ê ya Kopê têkildarî êrîşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa 'Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Destên xwe jê vekişînin' hat vekirin. Di çalakiyê de gelek caran sloganên 'Zimanê me rûmeta me ye', 'Jin, Jiyan, Azadî' hatin berzkirin.
Hevserokê DBP'ê yê Mûşê Ûmût Yilmaz da zanîn ku ew êrîşên li hemberî zimanê Kurdî qebûl nakin û wiha got: "Êrîşa li hemberî jineke Kurd a ducanî, hewldana kuştinê, encameke zîhniyeta baviksalariyê ya dewletê ye. Em dibînin ku êrîşa ku bi vê zîhniyeta baviksalariyê li dijî Kurdan û jinan tê kirin ne tenê êrîşa li dijî Kurdan û jinên Kurd e li dijî hemû jinan e. Heta ku ev sîstem hilweşe em ê her tim li dijî hişmendiya baviksalariyê têbikoşin."
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sûmeyye Boz bertek nîşanî êrîşên dijminane yên li dijî çanda Kurd da. Sûmeyye Boz diyar kir ku li dijî êrîşan weke ku heta niha kirine ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
RIHA
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên Rihayê nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî malbateke ku li Stenbolê muzîka Kurdî guhdarî dikir, dan. Daxuyaniya ku li ber avahiya bajar ya DEM Partiyê hate kirin, endam û rêveberên partiyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr amade bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nîhat Demîrbîleklî diyar kir ku êrîşa li hemberî Kurdî îfadeya zîhniyeta înkarker û asîmîlasyonîst e û got, "Kurdî xeta me ya sor e."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma; ‘Bê ziman jiyan nabe’ û çepikan bi dawî bû.