WAN - Civînên gel ên ji bo xwedîdwerketina li "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir û ji bo lezandina pêvajoyê berdewam dikin.
Civînên gel yên ku ji bo ragihandina "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kiribû hatine destpêkirin, li bajarên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin. Civînên ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tên lidarxistin, tax bi tax li her bajarî mirovan tînin cem hev. Civîna gel ku li Hola Konferansê ya Şaredariya Elbakê ya Wanê hat lidarxistin, Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP ya Elbakê Mehtap Bozkûrt û Hevserokên DEM Partiyê yên Elbakê Erkan Acar û Îlknur Aydin û gelek kesên din beşdar bûn.
Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku gelê kurd bi têkoşîna xwe ya demdirêj her tim di pêvajoyên dîrokî re derbas bûye û got: "Bi sedsalan e gelê kurd bi înkar û tunekirinê re rû bi rû maye. Lê îro tevahiya cîhanê gelê kurd nas dike. Gelê kurd bi salan têkoşîneke mezin da ku were qebûlkirin û bedelên giran da. Nasname, ziman, çand û kurdbûna me hatin qedexekirin. Lê bi saya berxwedan û têkoşîna me, me karîbû xwe bi cîhanê bidin nasîn û vê yekê derbas bikin. Di 27'ê Sibatê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' kir. Berî vê bangê gelek caran pêvajoyên bi vî rengî qewimîbûn, lê ew negihîştin tu encamê. Bi banga xwe ya dawî, birêz Ocalan careke din rêya ku ji bo çareseriyê dişopand û divê çawa were çareserkirin nîşan da. Îro, armanca me ew e ku em pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bikin."
Piştî axaftinan, gel li ser pêvajoyê û tişta ku divê di encama pêvajoyê de bibe pirs pirsîn û banga xwe ji dewletê re dubare kirin ku gavan biavêje.