AMED - GOÇ-DER, ji bo cihgirtina di nava komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin, ji Meclisê re daxwazname şand.
Komeleya Lêkolîn Çavdêrî û Koçê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) bi daxwaza ku di komîsyona li Meclisê bê avakirin de cih bigire li ber postaxaneya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê da. Endam û rêveberên komeleyê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê GOÇ-DER’ê Hakan Şeker di daxuyaniyê de axivî.
‘VEGERA GUND TÊ ASTENGKRIN’
Hakan Şeker diyar kir ku ji ber politîkayên dewletê bi hezaran gund hatin valakirin, gelek kes koçber bûn û wiha got: “Ji ber van politîkayên dewletê di hişê gel de travma derket holê. Dema gelê me hat koçberkirin îşkence li gelek kesan hate kirin. Piştî ewqas salan kesên ku hatine koçberkirin dixwazin vegerin gundên xwe lê rastî astengiyan tên. Em wekî Komeleya Koçberiyê dixwazin di nava çareseriyê de cih bigirin.”
DAXWAZA CIHGIRTINA DI NAVA KOMÎSYONÊ DE
Hakan Şeker destnîşan kir ku ew weke komele dixwazin di nava komîsyona li Meclisê bê avakirin de cih bigirin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Komeleya me rastiya herêmê dizane. Ji bona vê cih girtina me ya di nava komîsyonê gelek giring e. Divê gav bên avêtin ku aştî pêş bikevê. Em li vir dibêjin ku em amade ne ku peywîra xwe bi cih bînin.”