ENQERE - ÎHD'ê têkildarî ciwanên ku di dema bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatine binçavkirin daxuyanî da û diyar kir ku gelek binpêkirin çêbûne û jineke ciwan jî rastî tacîza zayendî hatiye.
Komîsyona Ciwanan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê binpêkirinên mafan ên di dema êrîşa polîsan a li hember ciwanan de di salvegera 10’emîn a Qetlîama Pirsûsê de hatin jiyîn bi civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê aşkera kir.
Endama Komîsyonê Zehra Camci diyar kir ku her sal di salvegera Komkujiya Pirsûsê de bîranîn tên lidarxistin û beşdarên ciwan her sal rastî mudaxaleyên polîsan tên û wiha got: "Îsal di 20'ê Tîrmeha 2025'an de hat plankirin ku li Guvenparka Enqereyê bîranîneke ji bo Pirsûsê bê lidarxistin. Nêzî 50 ciwanên ku ji qada Kolejê ketin rê, beriya ku bigihîjin Guvenparkê li xaçerêya Kolana Mîthatpaşa û Kolana Ziya Gokalp rastî mudaxaleyê hatin û li vir xwestin bîranînê li dar bixin."
BINPÊKIRINA MAFAN
Endamê Komîsyonê Tûnahan Gozlugol binpêkirinên mafên mirovan ên di dema destwerdana polîsan de tespît kirin bi vî rengî rêz kir: "Di dema destwerdana polîsan de hêzên ewlekariyê kelepçeyeke berevajî kirin, kelepçeya berevajî hatiye şidandin û demeke dirêj nehat rakirin, di dema polîs û binçavkirinê de hêza fîzîkî hat bikaranîn, tacîzên devkî bi şêweyê heqaret û gefxwarinê hatin kirin û destdirêjiya zayendî ya hişmend û plankirî li jineke ciwan hate kirin."