RIHA - Welatiyên Sêweregê ku 3 roj in ceyrana wan hatiye birîn, li pêşiya Midûriyeta DEDAŞ’ê ya navçeyê çalakî li dar xistin û rêya Amed-Sêweregê ji trafîkê re girtin.
Welatiyên li gundên navçeya Sêwereg a Rihayê dijîn, ji ber ku ev sê roj in ceyrana wan hatiye birîn, çalakî li dar xistin. Bi sedan welatiyên li ber deriyê Midûriyeta Şîrketa Anonîm a Firotina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ya navçeyê hatin gel hev, birîna ceyranê protesto kirin.
Welatiyan xwestin bi midûrê DEDAŞ’ê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaz hate redkirin. Li ser vê yekê, welatiyan rêya di navbera Amed-Sêweregê ji trafîkê re girtin. Çalakiya welatiyan didome.