MELETÎ - Endamê Koma 2’yemîn a Aştiyê alî Şukran Aktaş par jiyana xwe ji dest da. Xwişka Aktaş, Zelîha Aktaş, birayê xwe vegot û ev tişt anî ziman: “Wî jî bo pêvajoyê gelek ked da. Alî, ji aştiyê gelek bawer bû.”
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 29’ê Cotmeha 1999’an de Koma 2’yemîn a Aştiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê. Ji endamên komê Alî Şukran Aktaş, di 12’ê Tebaxa 2024’an de li Îzmîrê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Aktaş, li gundê Taruca yê navçeya Arganê ya Meletiyê, ji dayik bû. 7 xwişk û bira bûn û Aktaş zarokê 5’emîn bû. Aktaş, piştî dibistana amadehî li Meletiyê qedandî, dest bi Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Akdenîzê kir lê ji ber zextên siyasî navber da. Ji ber domandina zextan, koçî Almanyayê bû û xebatên xwe yên siyasî li derveyî welat domand. Aktaş, li ser banga Abdullah Ocalan, tevî Haydar Ergul, Aygul Bîdav, Îmam Canpolat, Yûsûf Kiyak, Aysel Dogan, Haci Çelîk û Dîlek Kurtê weke endamê Koma 2’yemîn a Aştiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.
Zelîha Aktaş, di salvegera yekemîn a birayê xwe de têkoşîna wî vegot. Zelîha Aktaşê, bal kişand ser zarokatiya birayê xwe û got: “Hêj ji zarokatiyê ve bal dikişand û kesekî cuda bû. Zarokekî ewqas xêrxwaz bû ku ne xwe lê her tim kesên cuda difikirî. Me cudahiya wî ferq dikir. Kurekî ewqas dilnizm bû ku me carnan bawer nedikir ku Alî birayê me ye. Pênasekirina wî gelek hêsan e; kesekî dilnizm, xêrxwaz û ji gel bû. Dibêjin ya ‘Na xwe dide xwarin, navexwe dide vexwarin’, Alî jî kesekî wisa bû.”
'NIRXEKÎ GIRÎNG E’
Zelîha Aktaşê destnîşan kir ku birayê wê ji bo wan cihê serfiraziyê ye û şopa xwe li dîrokê xistiye. Zelîha Aktaşê, wiha domand: “Alî, hem ji bo malbata xwe, hem jî ji bo gund û gelê Kurd, nirxekî gelek mezin e. Me di nava malbatê de Kurdistan diparast. Me zimanê Kurdî diparast lê em biçûk difikirîn. Me digotin; ‘Hema bila Kurdistan hebe, em bi zimanê xwe biaxivin lê ya din ne girîng e.’ Lê Alî, pir mezin difikirî. Me digot; ‘Kurdistan’ lê wî digot ‘Rojhilata Navîn’; me digot ‘Zimanê me’ lê wî behsa zimanê hemû bindestan dikir. Lewma ez gelek serfiraz im ku xwişka Alî me.”
Di berdewamê de Zelîha Aktaşê da zanîn ku ji ber koçberiyê û xebatên nava têkoşînê zêde firsend nedîtiye birayê xwe baş nas bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Car bi car bi hevalê wî re me hev nas dikir. Min didît ka çiqasî ji Alî hez dikin. Rêzeke mezin bo Alî digirtin. Min Alî baş nas nekir lêbelê hevalên wî ew baş nas dikirin. Ji bo Alî digotin ‘Ew bi xwe biçûk e lê têkoşîna wî pir mezin e.’”
'JI BO AŞTIYÊ HAT’
Bi domdarî Zelîha Aktaşê got ku ne li bendê bûn birayê wê li gel Koma Aştiyê vegere û wiha pê de çû: “Min li ser televîzyonê dît ku Alî di komê de cih digire. Wî, gelek bandor li min kiribû. Ji biçûktiya xwe ve her tim serbixwe bû. Wî bi xwe karê xwe dikir û ser re jî alîkarî dida me. Girîng bû ku Alî bi xwe biryareke wiha bide. Ji ber ku Alî ciwan bû. Tevî komê, ji bo armancekê, serxwebûn û aştiyê hatibû û ev girîng bû. Alî, ji bo aştiyê hat. Em pê serfiraz bûn ku tevî komê hatibû. Hedefa wan mezin bû. Dema hatî girtin û li girtîgehê em çûn serdana wî, Alî pir berxwedêr, bihêz bû û baweriya wî mezin bû. Me yên derve bawer nedikir lê Alî pir bibiryar bû.”
'LI SER KEDA WÎ DAYÎ PÊŞ KET’
Zelîha Aktaşê bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Hêviya me heye, hêvîdarim vêcarê aştî çêbibe û Kurd mafên xwe bistînin. Li rexekî em keyfxweş in û li rexa din jî xemgîn im. Ji ber ku her tim Alî di bîra min de ye. Alî gelek ked da, têkoşiya lê ew bi xwe dê nekare vê pêvajoyê bijî. Li rexekî jî dibêjim; ‘Jixwe ev pêvajo li ser keda wan pêş ket. Wî jî gelek ked da vê pêvajoyê.’ Alî, gelek ji aştiyê bawer bû. Digot ku dê aştî were Rojhilata Navîn û Kurd dê vê aştiyê bînin. Digot ku PKK dê bi têkoşîna xwe demokrasiyê bîne hemû herêmê. Alî bi xwe dê vê nebîne lê têkoşîna Alî ji bo pêşketina erênî ya pêvajoyê dê gelek sûdewer be.”
'DIVÊ EM BIGIHIJIN HEDEFA XWE’
Zelîha Aktaşê anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê piştgiriya civakî girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev piştgirî jî girêdayî gavên dewlet biavêje ye. Lewma divê xebatên qanehkirinê bên kirin. Belê rast e pêvajoyeke zehmet e û dibe ku provokasyon jî çêbibin lê di dawiya dawî de hedefek heye û divê em xwe bigihînin wê hedefê. Pêdiviya gelê Kurd bi daxuyaniyan heye. Gavên siyasî yên em li bendê ne hêj nehatine avêtin. Hêj girtiyên siyasî nehatine berdan. Heta ku lezê nedin gavan dê baweriya gel xurt nebe. Divê dewlet gavan biavêje.”