NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dê îro li Alaskayê bicivin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn dê îro saet di 22.30’ê de li Baregeha Esmanî ya Elmendorf-Richardson a li bajarê Anchorageyê ya Eyaleta Alaskayê hevdîtinê bikin. Di hevdîtinê de dê mijarên weke şerê li Ûkraynayê, têkiliyên aborî û peymaneke nû ya çekên nukleerî bên axaftin.
Di beşa ewil a civînê de Trump û Putîn dê tenê hevdîtinê bikin. Piştre jî dê di navbera şandeyan de civîn bên kirin. Tê payin ku di dawiya civînê de daxuyaniyeke çapemeniyê ya kurt were kirin. Her çend Kremlîn dibêje rojeva sereke şerê li Ûkraynayê jî, mijarên başkirina têkiliyên aborî û peymaneke nû ya çekên nûkleerî derdikevin pêş.
‘PEVGUHERTINA AXÊ’ DI ROJEVÊ DE YE
Di demên berê de Trump gotibû ku ji bo fikra “pevguherandina axê” ya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de vekirî ye. Lêbelê lîderê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy gotibû ku Destûra Bingehîn a Ûkraynaê destûra dewrkirina axê nade. Zelenskiy, venexwendina civînê rexne kiribû û gotibû; “Putîn tenê li pey wêneyekî ye.”