ENQERE - Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Alî Karakoç, diyar kir ku divê pêvajo bi aştiyê bi encam bibe û got: “Komîsyon çawa ku bi mekanîzmayên ewlehiyê yên dewletê re dicive, divê bi aliyê din re jî bicive."
Ji bo serkeftina pêvajoyê û erken hewce yên ku divê “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” ya di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatiye avakirin cîbicî bike, pêşniyarî didomin. Komîsyon dê îro di civîna xwe ya çaremîn de li malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin guhdarî bike. Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Alî Karakoç, bal kişand ser beşdariya hemû pêkhateyên civakê. Karakoç, bal kişand ser girîngiya hemû pêkhateyên civakî û destnîşan kir ku divê xebatên komîsyonê bi awayake şefaf bên rêvebirin û got: “Ev komîsyon divê van civînan ne tenê li Meclisê herwiha bi civakê re jî gotûbêj bike. Divê Komîsyon dakeve nava civakê û qadê. Li gorî nêrîna min, divê komîsyon xwe bigihîne girseyên mezin.”
‘DIVÊ ODEYA BIJÎJKAN BÊ GUHDARÎKIRIN’
Karakoç, anî ziman ku bijîjk ji ber pîşeya xwe bi awayeke xwezayî parêzvanên aştiyê ne û TTB’ê her tim aştî, jiyan û demokrasi parastiye û wiha pê de çû: “Divê ne tene TTB, hemû odeyên bijîjkên li welêt re hevdîtin bê kirin û nêrîna bijîjkan bê pirsin. Gelek hevalên me yên ku kedeke mezin di vê mijarê de dane hene. Divê nêrina van hevalan bê pirsîn.”
‘DIVÊ XEBATA MIROVÊN AQILMENDAN KOMÎSYON BIDOMÎNE’
Karakoç, rave kir ku ji bo civakîbûna pêvajoyê cihgirtina mixalefetê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê nêrîna partiyên Meclisê û yên derê Meclisê û hiqûqnasan bê pirsîn. Em bi vê rêbazê dikarin pêvajoyê civakî bikin. Xebata Mirovên Aqilmend ên ku di salên 2013-2015’an de dikir, divê Komîsyon xebata wan bi cih bîne.”
Karakoç, destnîşan kir ku hewceye mafên girtiyan, mafên girtiyên nexweş û mafên mirovî nebin mijara bazariyê û bi peymanên neteweyî û navneteweyî ve bên mîsogerkirin. Karakoç, got: "Tavilê divê ji bo girtiyên nexweş di çarçoveya hevpeymanê navneteweyî û destûra bingehîn de biryar bên dayîn.”
‘DIVÊ KOMÎSYON BI HER DU ALIYAN RE JÎ BICIVE’
Karakoç, anî ziman ku şer di navbera du aliyan de çêbûye û divê aştî jî di navbera her du aliyan de çêbibe û axaftina xwe wiha qedand: "Komîsyon çawa ku bi mekanîzmayên ewlehiyê yên dewletê re dicive herwiha divê bi her du aliyan re jî bicive. A girîng ew e ku pêvajo veguhere aştiyê. Divê em vê yekê ji civakê û ji hemû pêkhateyan re vebêjin. Di despêkê de divê mercên demokratîk bê avakirin. Aştî tenê bi mercên demokratîk ve pêkan e. Divê hemû pêkhateyên civakê beşdarî pêvajoyê bibin.”