ENQERE - Prof. Dr. Mesût Yegen diyar kir ku Abdullah Ocalan di navenda meseleya 50 sal in didome de cih digire û got: “Divê çîrok ji wî were guhdarîkirin ku ev ji bo komîsyonê dê girîng be.”
Pêvajoya ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî, bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê berdewam dike. Civaknas Prof. Dr. Mesût Yegen têkildarî piştperdeya dîrokî ya pirsgirêka Kurd û rêyên çareseriyê ji ajansa me re axivî.
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ NAVENDÎBÛN Û NETEWEDEWLETÊ
Prof. Dr. Mesût Yegen, diyar kir ku meseleya Kurd xwedî piştperdeyeke berfireh a dîrokî ye û got: “Du tespîtên sereke hene ku kirin mesele îro bi awayên cuda derkevin pêşiya me. Ya yekemîn; navendîbûna Osmaniyan e. Anku Tanzîmat. Ya duyemîn jî veguherîna Tirkiyeyê ya ber bi netewe-dewletê ve ye. Ji bo vê jî mirov dikare qala pêvajoya di navbera 1918 û 1923’yan bike. Lê esasî jî sala 1923’yê ye. Ev her du moment, ji bo Kurdan girîng in. Di momenta ewil de têkiliya Kurdan a nêzî 300 salan a bi Dewleta Osmanî re ku têkiliyeke sist bû, bi navendîbûn, modernbûn û bi reformên tanzîmatê re bi dawî bû. Û ji Kurdan hat xwestin ku yekser girêdayî Stenbolê bin. Di momenta duyemîn de jî netewe dewletê xwest Kurdan ji eslê xwe dûr bixe û bike Tirk. Di momenta ewil de Dewleta Osmanî xwest bi temamî hukmê li Kurdan bike, di momenta duyemîn de jî hebûna Kurdan weke pirsgirêk hat dîtin. Di esasê xwe de pirsgirêka Kurd jî bi îtîraza li dijî van momentan dest pê kir.”
KURDAN ÇIMA SERÎ HILDAN Û ÇI BI XWE RE ANÎN?
Bi domdarî Yegen, anî ziman ku du serdemên girîng ên nerazîbûna Kurdan a li dijî dewletên lê dijiyan hebûn û wiha destnîşan kir: “Ya yekemîn, serdema hema hema ji destpêka sedsala 19’emîn dest pê kirî û heta 1930’an berdewam kirî ye. Ya duyemîn jî pêvajoya piştî 1960’an dest pê kirî û heta roja me didome ye. Di serdema ewil de heke em nerazîbûna mîrên Kurd a li dijî navendîbûnê weke paketeke cuda bigirin dest; divê em serhildana Begtiya Babanan heta ya Begtiya Botanê di nav xwe de weke du serdemên cuda bigirin dest. Heke em wiha lê binêrin, divê em serdema bi serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî ya 1880’an dest pê kirî heta Serhildana Agiriyê jî di nava vê serdema ewil de weke beşeke cuda binirxînin. Belkî nerazîbûna Kurdan nekarî pêşî li navendîbûna Osmaniyan û avabûna netewe dewleta Tirkiyeyê bigire lê meseleya Kurd her tim di bîra Tirkiyeyê de hişt. Van serhildanan kir ku Osmanî an jî Tirkiye dused salan bi vê meseleyê ve mijûl bin. Her wiha Kurd bi rêya van nerazîbûnan bûn milet û nasnameya xwe jî ava kirin. Heke Kurdan li ber xwe nedabûna, îxtîmeleke mezin dê nasnameya Kurd bi awayekî cuda teşe bigirta. Heke îro li Tirkiyeyê em behsa rêjeyeke dengan a ji sedî 10’ê bikin, heke rastiyeke Kurd a zindî hebe, heke îro dema behsa Rojava an jî Kurdan tê kirin Kurdên li vir û yên li her derê bi kelean bibin, ev nîşan dide ku van serhildanan rê li ber nasnameyek hevpar vekiriye.”
‘PKK ENCAMA VEGUHERÎNA MEZIN A LI KURDISTANÊ YE’
Di berdewamê de Yegen, daxuyand ku PKK encamek e û ev tişt anî ziman: “PKK, encama gelek tişta ye. Encama van îtîrazên bi ser neketîn e. Ya yekemîn; PKK berhem an jî encamekî siyasî ya rêzeserhildanên dihat gotin di sala 1930’an de temambûne ye. Ez qala encamekî siyasî ya wiha dikim; Kurdan hema hema ji destpêka sala 1800’an heta sala 1930’an serî hildan û fêm kirin ku bi vê rêyê tiştekî bi dest naxin. Di piştperdeya gelek ji van serhildanan de rêxistinên modern ên weke Azadî, Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê hene. Tevahiya enerjiya li pişt van serhildanan modern nebû û Kurdan fêm kirin ku bi amûr û rêbazên nemodern re nikarin dewletê biguherînin û veguherînin. PKK û rêxistinên çep ên beriya wê bi rêbazên modern têkoşiyan. Anku bi PKK û rêxistinên Kurd ên çep re êdî ew rewşa hevzemaniyê ji holê rabû. PKK encama vê hevzemaniyê ye.
Ya duyemîn jî; PKK encama veguherîna mezin a li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Newekheviya piştî salên 1950’an ên li Kurdistanê, tenê behsa newekheviya etnîkî nakim, yek ji sedemên girîng ên rê li ber PKK’ê vekirî ye. Anku PKK di encama newekheviyên civakî, etnîkî û çandî derket holê. Tişta ku PKK ewqas dijwar kirî, ya bibandor kirî jî ev newekheviya mezin bû. Divê mirov PKK’ê hem weke tevgereke civakî hem jî tevgereke neteweyî û etnîkî bibîne.”
‘BERXWEDANA KURDAN KIR KU DEWLET VEGUHERE’
Yegen, anî ziman ku berxwedana gelê Kurd ji salên 70’î ve kir ku dewlet xwe veguherîne û wiha pê de çû: “Demekî pir dirêj ji bo neguhere li ber xwe da lê nekarî. Lê hêj vê veguherînê encamek bi xwe re ne aniye. Ji Turgut Ozel heta niha ve fêm kirin ku nikarin serhildana Kurdan bi rêbazên tên zanîn tune bikin. Wan bi xwe jî dîtin ku divê bê guhertin. Lê wisa nekirin. Ji serdema Ozel heta niha hewldaneke ji bo refomê heye. Reformên piştî salên 2000’î di çarçoveya namzetiya Yekitiya Ewropayê de hatine kirin, hevdîtinên ji sala 2009’an heta niha, mizakere û hwd. çendek gav hatine avêtin. Anku mirov nikare bibêje dewlet hêj mîna roja ewil e. Lê veguherîneke mezin jî çênebûye. Hêj Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê di meriyetê de ye. Jixwe dewlet di rojekê de venaguherin.”
BENDEWARIYÊN KURDAN
Di berdewamê de Yegen, anî ziman ku Kurd nêzî 200 sal in hema hema heman tiştan dixwazin û wiha got: “Ya yekemîn dixwazin xwe birêve bibin. Ya duyemîn jî mewzûateke nasnameya wan qebûl dike dixwazin. Anku destûreke bingehîn a nasnameya wan qebûl dike û pergaleke perwerdeyê ya hebûna zimanê wand didomîne dixwazin. Kurd vê ji pêvajoyê fêm dikin. Lê ne diyar e ka Dewleta Tirkiyeyê çi dixwaze. Anku bi armanca ‘Em maf û hiqûqa Kurdan nas bikin’, ‘Bila Kurd û Tirk wekhev bin’ û hwd. dest bi pêvajoyê nekir. Ji ber ku herêmê bi awayekî esasî diguhere, dibêje hinek daxwazên dikarin bên qebûlkirin qebûl bike û ji geşedanên herêmî re bibe bersiv. Li gorî min heke piştî êrişa Hamasê, Îsraîlê bi pêla tundiyê re Îran ji Sûriye, Iraq û Lubnanê dûr nexista, dê îro ev pêvajo jî nebûya. Tirkiyeyê bi alîkariya Îranê pirgirêka Kurd bi awayekî di bin kontrolê de digirt lê piştî dehfkirina Îranê, fêm kir ku êdî nikare kontrol bike. Lewma kete nava hewldaneke wiha. Anku Tirkiye ne ji perspektîfa maf û hiqûqê lê ji perspektîfeke ewlehiyê li meseleyê dinêre. Lewma mirov bi rehetî nikare bibêje dê hem Kurd hem jî Tirk ji encamê pê xweş bin. Hêj tu qanûnek dernexistine, qanûneke têkildarî PKK’iyan, berdana girtiyan û hwd. tune ye. Biqasî fêm dikim, hêj ji bo TMK’ê jî tu tiştekî navfikirin. Heke ev neyên kirin jî mirov fêm nake dê di meseleya pirsgirêka Kurd de çi werin kirin.”
HEKE PIRSGIRÊKA KURD WERE ÇARESERKIRIN DÊ ÇI BIBE?
Bi domdarî Yegen, anî ziman ku hem Tirkiye hem jî aliyê Kurd di ferqa wê de ne ku ger pêvajo bi ser nekeve dê encamên wê yên giran hebin û wiha axivî: “Lewma jî li gorî min heke pêşketin çênebe jî dê li dora fikra çareseriyê bimînin. PKK’ê ragihand ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Ev yek nîşan dide ku alî baş dizanin heke çareserî çênebe dê çi bi xwe re bîne.”
NÊZIKATIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Yegen, got ku hêzên navneteweyî yên weke DYA û Fransayê tenê ne bi Tirkiye û Kurdan re eleqedar in û got: “Meseleya Îranê heye, daxwaza bêbandorkirina Îslamperestiyê, ewlehiya Îsraîlê, bisînorkirina Rûsyayê û hwd. hene. Hem dewletên Rojavayî hem jî Îsraîl dixwazin ku Tirkiye meseleya Kurd çareser bike û xwedî helwestekî wisa be ku gefê li berjewendiyên Îsraîl û dewletên rojavayî nexwe. Lê tu kes naxwaze Tirkiye mîna Dewleta Osmanî bibandor be. Li gorî min, îdiaya ‘Îsraîl, DYA û welatên Kendavê naxwazin Tirkiye bi Kurdan re aştiyê bike’ rast nîne.”
GIRÎNGIYA KOMÎSYONA LI MECLISÊ
Yegen, got ku ew girîngiyê dide komîsyona li Meclisê hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Heke ji AKP’ê re mabûya dê ev komîsyon tenê ji bo mijara çekberdanê bûya. Lê ji ber zexta CHP, DEM Partî û heta astekî MHP’ê mijara demokratîkbûnê jî lê zêde kirin. Girîng e ku komîsyon bi mijarên çekberdan û çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisê hate avakirin. Her wiha girîng e ku ji bilî Partiya Îyiyê hemû partî tev li bûn. Tişta din a girîng jî ew e ku piştî salên dirêj, cara ewil aşkera bû ku Erdogan nikare bi tena serê xwe teşe bide her tiştekî. Anku cara ewil e ku partiyên muxalefetê diyar dikin ka dê rojeva Meclisê çi be.”
‘OCALAN LI NAVENDA MESELEYÊ LEWMA DIVÊ PÊ RE WERE AXAFTIN’
Yegen, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navenda meseleya Kurd de ye û bi bîr xist ku dewletê piştî hevdîtinên bi Ocalan re ev pêvajo da destpêkirin. Yegen, wiha domand: “Lewma aşkeraye ku Ocalan di navenda pêvajoyê de cih digire. Ji ber vê jî dê baş bibe ku komîsyon bi awayekî pê re hevdîtinê bike. Ocalan, di navenda vê meseleya 50 sal in didome de cih digire. Lewma divê çîroka vê mijarê ji wî were guhdarîkirin. Ev yek dê ji bo komîsyonê girîng be. Lewma dê baş bibe komîsyon rû bi rû pê re hevdîtinê bike.”
JI BO ENTEGRASYONÊ GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN
Yegen, daxuyand ku ji bo endamên PKK’ê vegerin û ji bo entegrasyonê hewcehî bi guhertina destûra bingehîn, sererastkirinên di qanûnan de heye û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek tiştên din hene ku divê bên kirin. Ji ewil dikarin bi berdana siyasetmedarên girtî dest bi vê meseleyê bikin. Ji bo vê hewcehî bi sererastkirinan jî nîne. Bila bi biryarên DMME û AYM’ê bikin bes e. Her wiha divê TMK TCK biguherin. Heta ku ev hebin her kes dikare wer girtin. Divê madeyên rê li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî digirin, madeyên pergala navendî diparêze jî bên guherandin. Ya girîng, inyeta mirov e. Di esasê xwe de hewceye çi were kirin, ev tevek jî baş tên zanîn. Lewma ya girîng inyet e.”
MA / Melik Varol - Mehmet Aslan