Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye

  • rojane
  • 13:53 23 Tebax 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya heftane de bang li komîsyona çareseriyê ya li meclisê hat avakirin kirin û gotin: "Êdî dema pratîkê ye."
 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo kesên ku di salên 1990'î de di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin, di çalakiya xwe ya heftane de careke din li Amed û Êlihê bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li hev civiyan.
 
AMED
 
Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amed'ê di hefteya 863'yemîn a çalakiya xwe ya ji bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin", li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolûyê kom bûn. Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin hat vekirin. Di çalakiy vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salim Acar (31) hat pirsin ku di 20'ê Tebaxa 1994'an de li gundê Embar ê Bismil a Amed'ê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin. 
 
‘DEMA PRATÎKÊ YE'
 
Kurê Mehmet Salim Acar Îhsan Acar ku li vir axivî, bibîr xist ku bavê wî 31 sal berê di 31 saliya xwe de hatiye revandin û got: "Ew kes bê sûc ji malen xwe hatin binçavkirin û me careke din tu agahî ji wan negirt. Em hestiyên wan dixwazin. Li Enqereyê komîsyonek hat avakirin. Ger wê aştî were welêt, divê dewlet rastiyan eşkere bike. Du roj berê li meclisê dayikan xwestin bi kurdî êşa xwe bînin ziman, lê nehitşin. 31 sal in em li pey heqîqetê ne. Êdî li komisyonê dem ne dema axaftinê, dema pratîkê ye." 
 
Çîroka Mehmet Salim Acar ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHD a Amedê Firat Akdeniz ve hat xwendin. Çîrok wiha ye: "Mehmet Salim Acar ê 31 salî, cotkarek bû ku li gundê Embar ê Bismilê dijiya. Di 20'ê Tebaxa 1994'an de, ew bi kurê xwe yê 13 salî û hevalê xwe re li zeviyên nêzîkî gund dixebitî. Nêzîkî nîvro, zilamên çekdar bi otomobîleke Toros a gewr a bê plaka hatin û xwe wekî polîs dan nasîn. Wan nasnameyên Acar û cotkarê din xwestin, dûr re Acar bi zorê xistin otomobîlê û birin. Keça Acar ku tevî cîranan li be rçem kinc dişûştin, di otomobîla ber bi çem ve dihat Acar dîtin ku desten wî û çavên wî girêdayî ne. Her wiha wan dît ku otomobîleke din ku pênc kes tê de bûn û li qeraxa çem sekinandî bû jî, bi wan re çûye.
 
Malbatê bihîst ku wesayît çûne Tabûra Cendirmeyan a Bismilê. Malbat ji bo aqûbeta Mehmet Salim Acar serî li leşkeriyê, meqamên edlî û îdarî dan. Paşê malbatê serî li Serokkomartiyê, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Dadê û gelek meqamên din da û xwest demildest ji bo ewlehiya Acar tevdîr bên girtin. 
 
Malbatê serî li Dozgeriya Komarê ya Farqînê da û giliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Bismil Îzzet Cûral û cendirme Ahmet Babayîgît kirin. Lê belê Lijneya Îdareyê ya Bajêr di 23'yê Çileya 1997'an de bi îdiaya delil kêm in der barê van kesan de biryara nedarizandinê da. Malbat herî dawî serî li DMME'yê da. DMME'yê di 8'ê Nîsana 2004'an de Tirkiyeyê bi sedema lêpirsîneke bibandor nekiriye mehkûm kir."
 
Piştî çîroka hat xwendin, ji bo kesên di binçavan de bi darê zorê hatin windakirin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 699'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin de, tevî parêzvanên mafên mirovan, gelek kes beşdar bûn.
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Alî Gunduz hat xwendin ku ji 22'yê Tebaxa 1998'an ve gava ji gundê Helanê yê navçeya Kercews a Êlihê hat navenda  Êlihê, tu agahî jê nehatine girtin. Çîroka ku bi devê kurê Gunduz ve ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Melek Atalayê ve hat xwendin wiha ye: "Di 22'yê Tebaxa 1998'an de, gava bavê min li nav baxçeyê li gund dixebitî, xortekî nêzî 18 salî nêzîkî wî bû. Wî jê re got ku pirsgirêkek xizmekî wî heye û ew dixwaze çareser bike. Ew bi hev re li otomobîlekê siwar bûn û ber bi Êlihê ve çûn. Li Êlihê, ew çûn mala Mustafa Kaya. Piştî ku li wir diaxivin, ew bi Mustafa Kaya û kurê wî Fatih Kaya re bi otomobîla Mustafa Kaya diçin. Nayê zanîn çûne ku derê. Ji wê rojê ve ji Mustafa Kaya, Fatih Kaya û Alî Gunduz tu agahî nehatiye girtin. Dema bavê min nehat malê, me xeber li her derê belav kir. Kesî ew nedîtibû. Em giriyan. Paşê, min gilî li dozgeriya Qoserê ku ez lê dimam, kir. Ji lêpirsîna dozgeriyê tu encam derneket. Her wiha ji kesên ku bi bavê min re winda bûne jî tu xeber tune. Windabûna ji nişka ve ya sê kesan û rastiya ku heta roja îro ji yekî ji wan jî tu xeber nehatiye wergirtin, cihê fikarê ye." 
 
Melek Atalayê diyar kir ku ew ê li ser aqûbeta welatiyên winda bisekin û got ku divê berpirsiyar demildest werin eşkerekirin û radestî edaletê werin kirin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Sernavên din

17:10 Avakirina mescidê ya li Çavkaniyên Munzûrê hate protestokirin
15:48 Li Stenbolê bi jinan re çalakiya ‘xeleka aştiyê’ hate lidarxistin
15:36 Çalakiya 700'emîn a Rûniştina F: Azadî ji bo hemû girtiyên nexweş
15:20 Rojnamevanên hatin qetilkirin hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN
15:12 Dayikên Şemiyê: Aştî bi axaftina heqîqetê ve pêk tê
15:02 Li Sindirgiyê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
14:23 Li Derînceyê şewat li nava bereqe û konteyneran belav bû
13:53 Xizmên windayan bang li komisyonê kirin: Dema pratîkê ye
11:29 Wan ji bo mîtîngê amade ye: Daxwaza sereke azadiya Ocalan e
10:49 Ji bo mirina biguman a du xwişkan dozgerê taybet hat peywirdarkirin
10:21 Bati yê ku di Komîsyonê de axivî: Ger bi Ocalan re hevdîtin bê kirin dê pêvajo bi leztir pêş ve biçe
09:57 ‘Ewlehiya jinan bingeha aştiyê ye’
09:53 Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir
09:50 Li Mîlasê jinek hat qetilkirin
09:33 Geçmez: Divê her kes bê guhdarkirin, pêvajo li ser esasê hiqûqî bê rûniştandin
09:07 Li bajarê ku nifûsa wî 550 hezar e tenê onkologek heye
09:06 'Em ji bo şikandina xeleka polîtîkaya şerê taybet têdikoşin'
09:04 Qeydên Dibistana Egîdê Cimo didomin
09:03 Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir!
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2025'AN
22/08/2025
16:32 Kanala Zoom TV a Lahûr Şêx Cengî hat girtin
16:10 Li Mûşê civîna ‘yekitiyê’: Divê her kes dev ji berjewendiyan ber de
15:41 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
15:40 Ozel: Em ê ji ber xelaya li Xezeyê banga civîna awarte li Meclisê bikin
15:38 Dîroknasê sosyalîst Laikos piştgirî da banga Ocalan
15:00 Karmendên ku xwestin ber bi qesrê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin
14:36 Tevgera Şemiya Binefşî: Di civîna Îslamabadê de divê berjewendiyên Efxanan esas bê girtin
14:06 Hevserokên giştî ji bo mitînga li Wanê bang kirin
13:52 Weqfa Aştiyê bertek nîşan da: Astengkirina Kurdî ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
13:49 Dayikên ku axaftina wan a bi Kurdî hate astengkirin: Ji bo çareseriyê ji ewil zimanê me qebûl bikin
13:35 Li Xezeyê xela hate ragihandin
11:35 CENTCOM: Serçeteyekî DAIŞ’ê li Idlibê hate kuştin
11:22 Di pevçûnên li Silêmaniyeyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:21 Nûnerê Taybet ê NY’ê : Ji bo Sûriyeyê nexşerêyeke berfireh pêwîst e
11:17 Lîreyê Tirk li hemberî Dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
11:09 Rojnamegerên hatin qetilkirin dê bên bibîranîn
10:52 Prof. Dr. Yegen: Divê komîsyon vê meseleya 50 sal in didome ji Ocalan guhdarî bike
09:30 Li Şîliyê bi pileya 7.5 erdhej çêbû
09:08 Li Silêmaniyeyê alozî: Lahûr Şêx Cengî û birayên wî hatin binçavkirin
09:08 'Dagirkirina Xezeyê di heman demê de planeke îlhaqkirinê ye'
09:06 ‘Gulistan mamosteya Çapemeniya Azad bû, Hêro jî hêla wê ya bihêz bû'
09:03 Serlêdanên Xelatên Rojnamevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersozê didomin
09:01 Li dijî eko-qirkirina li Dêrsimê banga têkoşîna hevpar
09:00 ROJEVA 22’YÊ TEBAXA 2025’AN
21/08/2025
16:49 Li Mêrdînê cenazeyên 2 jinan hatin dîtin
16:04 Jin li Wanê di atolyeya aboriyê de hatin cem hev
15:53 Dest danîn ser nameya ji hevşaredara girtî re hatiye şandin
15:32 DEDAŞ’ê tevî leşkeran ceyrana gundiyan kontrol kir
15:31 Kesê 'îstîsmara zayendî' li zaroka 4 salî kirî hate girtin
14:33 Bultena ‘Mafê Hêviyê’ yê OHD’ê hate weşandin
14:03 Denîz Guzel û Bulent Guneş tehliye bûn
13:36 Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin
13:05 Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike
12:34 Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç
12:04 Narîn Guran hat bibîranîn: Em ê dev ji şopandina dozê bernedin
12:02 Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin