MÛŞ - “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” ya li gundê Qûrçik ê Gimgimê di roja 3’yan de bi serdana Gola Keskê re bi dawî bû.
Rêxistinên Elewiyan cara ewil li gundê Qûrçik ê navçeya Gimgimê ya Mûşê “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” li dar xistin. Mihrîcan, ji hêla Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Cemxane û Mala Çandê ya Gundê Qûrçikê, Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê û Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (AABF) hat lidarxistin. Mihrîcan, di roja 3’yemîn de bi dawî bû. Di roja dawî ya mihrîcanê de beşdar çûn serdana Gola Keskê ku ji bo civaka Elewî cihekî pîroz e.
Girseya ku li pêşiya Cemxaneya Qûrçikê hate gel hev, li vir ber bi Gola Keskê ve meşiya. Piştre jî li rex golê li ber dahol û zirneyê govend gerand. Piştî gerandina govendê, daxuyanî hate dayin.
BANGA XWEDÎDERKETINA LI BAWERIYA ELEWÎTIYÊ
Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan di daxuyaniyê de girîngiya mihrîcanê vegot. Aslan, got ku ji bo Elewiyan jiyana hemû zindiyan pîroz e û divê Elewî ji ewilî xweza û hawirdora xwe paqij bihêlin. Aslan, got ku Gla Keskê bo wan cihekî pîroz e û banga xwedîderketina li daristan, bawerî, ziman û çandê kir.
Piştî daxuyaniyê, girseyê dîsa govend gerand û mihrîcan bi dawî bû.