ENQERE - Tehliyeya Mehmet Mehdî Ataca ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta “ji bo entegrebûnê amade nîne” ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Mehmet Mehdî Ataca li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Alîaga ya Şakranê tê ragirtin û zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye. Ji bo berdana bişert a Ataca 4 roj mabûn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê tehliyeya wî ji bo 6 mehan taloq kir. Ataca, ji sala 1995’an heta niha girtî ye û ji sala 2012’an heta niha jî li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin. Tehliyeya Ataca, bi îdiaya “poşman xuya nake û ji bo entegrebûna civakê amade nîne” hate taloqkirin.
‘EM QEBÛL NAKIN’
Kurê Ataca, Ozan Ataca bertek nîşanî biryarê da û got ew ê van sepanên dij-demokratîk qebûl nekin. Ataca, got: “Em piştgiriyê didin bavê min. Em ê li dijî biryarê îtîrazê bikin. Azadiya bavê min bi awayekî keyfî û derhiqûqî hatiye xespkirin. Ev biryar, hewldana cezakirina têkoşîna jiyanê ya 30 sala ye. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, parastvanên mafên mirovan û her kesê xwedî wijdan ew e ku li dijî vê bêedaletiya mezin dengê xwe derxînin. Ev sepana li dijî mafên mirovan, hiqûq û wijdanê, yek ji wan rêbazan e ku girtîgeh veguherandiye îşkencexaneyê. Em baş dizanin ku ev biryar ji bo teslîmgirtina girtiyan û bêzarkirina malbatan tên dayin. Lêbelê divê bizanin ku ne berxwedêrên zindanan ne jî em dê serî netewînin. Em careke din bang dikin; li dijî vê keyfiyetê û derhiqûqtiyê bêdeng nemînin. Bila ev sepanên keyfî bên bidawîkirin û hemû girtiyên mafê wan ê tehliyeyê hatiye xespkirin bên berdan.”
XIST ROJEVA MECLISÊ
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu jî li ser astengkirina tehliyeya Ataca, serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê da. Di serlêdanê de hate gotin ku biryarên ÎGK’ê li dijî xala 2’yemîn a Destûra Bingehîn ku rêgeza dewleta hiqûqê vedibêje, xala 19’emîn a mafê azadî û ewlehiya şexs diparêze û xala 36’emîn a mafê darizandina adilane vedibêje ye. Hat gotin ku biryar bi awayekî razber, keyfî û îdeolojîk tên dayin û ev jî binpêkirina sînorên Destûra Bingehîn e.
Bi domdarî di serlêdanê de xalên 5’emîn û 6’emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hate bibîrxistin û hate gotin ku astengkirina tehliyeyan ên bi hincetên razber ên weke “poşmantiyê” binpêkirina mafê azadiyê ye. Di serlêdanê de hate xwestin ku dosyaya Ataca tavilê were lêkolînkirin, dosyayên hikûmxwarên di heman rengê de ber çavan bên derbaskirin û biryarên keyfî yên ÎGK’ê bên bidawîkirin.
MA / Firat Can Arslan