ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de axivî û got: “Peywira sereke ya komîsyonê ew e ku em xebatan di demekî herî kin de serûber bikin û bigihijînin encamê.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hatibû avakirin, civîna xwe ya 8’an kir. Di civîna îro de li KESK, DÎSK, TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ, MEMUR-SEN, TURKIYE KAMU-SEN û BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ’ê hate guhdarîkirin.
Civîn, bi axaftina Serokê Meclise Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Kurtulmuş, bertek nîşanî êrişa Îsraîlê ya li dijî Qeterê da û got: “Îsraîlê êrişî Qeterê kir. Îsraîl bi vê êrişê dibêje, ez dikarim li her welatî her kesî bikujim. DYA, çi baregehên wê hebin jî, ne gelên herêmê ne jî welatên herêmê nikare biparêze. Ev yek têkiliyeke dijminatiyê bi hemû gelên herêmê re nîşan dide. Ev êriş, hişyariyeke kûr ji bo me hemûyan e.”
Kurtulmuş, li ser xebatên komîsyonê jî ev tişt anî ziman: “Komîsyona me berpirsyariyeke dîrokî girtiye ser milê xwe. Em weke gelên herêmê mecbûr in yekitiya xwe nîşan bidin. Armanca komîsyona me ev e. Yekitiya neteweyî, bi Tirk, Kurd û cihêrengiyên etnîkî û mezhebî re xwiş-biratiyê ava bike. Li Tirkiyeyê standartên demokrasiyê bilind bike û welatekî ku her kes bi azadî û ewlehiyê tê de bijî ava bike. Ev armanca sereke ya komîsyonê ye. Tirkiyeyeke bêteror wê bibe misogeriya herêmeke bêteror. Peywira sereke ya komîsyonê ew e ku em xebatan di demekî herî kin de serûber bikin û bigihijînin encamê.”
Piştî axaftina Kurtulmuş, li nûnerên saziyên beşdarî civînê bûnê hate guhdarîkirin.