ŞIRNEX - Şêniyên Bestayê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî ekokujiyê ya li Herêma Bestayê bûn, daxwaza rakirina qedexeya 36 salan kirin û gotin ku ew dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin.
Herêma Besta ya Şirnexê ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên 36 salan ji çûnhatina sivîlan re qedexe ye. Li herêmê cara ewil gund di sala 1989'an de hatin valakirin. Xelkê Bestayê ku 36 sal in bi hêviya vegera gundên xwe dijîn, niha bi wêranbûneke mezin a ekokujiyê re rû bi rû ne ku di sala 2015'an de dest pê kiriye. Herêma ku di salên 90'î de bi dewlemendiya xwe ya nebatan û daristanên gur, malovaniya 20 gundî dikir, her diçe di binçavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê wêrankirin. Ji sala 2015'an heta 2020'î, li Bestayê gelek caran ji ber sedemên "ewlehiyê" agir bi daristanan hatiye xistin û ji wê demê ve bi awayekî sîstematîk darbirrîn dest pê kiriye.
Di navbera 9 û 10'ê Îlonê de, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo protestokirina ekokujiyê ya li herêmê, nobet hat destpêkirin. Gelek welatî, ekolojîst û siyasetmedar ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê beşdarî nobedê bûn. Di nav wan kesan de ku welatiyên 36 sal in bi hisreta gundê xwe ne jî hebûn.
Welatiyên ku gundên wan 36 sal in qedexe ne, diyar kirin ku ew dixwazin qedexe werin rakirin û bi pêvajoya ku hatiye destpêkirin gundên xwe ji nû ve ava bikin.
Gullu Kûtlû ku li Bestayê ji dayik bûye û mezin bûye, diyar kir ku piştî ku gundê wan hatiye valakirin, ew neçar mane ku koçî navenda Şirnexê bikin. Gullu Kûtlûyê got: "Ji wê demê ve gundê me qedexe ye û em nikarin biçinê. Darên me nebirin û divê hikûmet tevdîran bigire. Bila aştî çêbibe û em vegerin gundê xwe. Em dixwazin gundê xwe ji nû ve ava bikin."
Gullu Kûtlûyê şaxên dareke berûyê ku di dema nobedê de girt nîşan da û got: "Gava ku ez hatim nobedê, min çend şax ji dara berûyê girtin û ev yek min pir kêfxweş kir. Ez niha hîs dikim ku ez vegeriyame gundê xwe. Bila darên me neyên birîn, bila çavkaniyên me yên avê neyên wêrankirin. Bila ev qedexeyên li ser gundên me werin rakirin. Hêviya min a herî mezin ew e ku qedexe werin rakirin û em vegerin gundên xwe."
'EM DIXWAZIN VEGERIN GUNDÊ XWE'
Adil Gungen ê ji gundê Xirbkê Bestê diyar kir ku di navbera salên 2014-15'an de tenê du caran bi destûr çûne gundê xwe. Gungen got: "Ji wê demê ve me nikaribû biçe. Me di wê heyamê de hewl da ku gundê xwe ji nû ve ava bikin. Lê belê, pêvajo têk çû û em careke din nekarîn herin. Leşker her tim dibêjin, 'Hûn nikarin bikevin gundê xwe. Ger hûn herin, em ê nikaribin ewlehiya we dabîn bikin û em ê we bikujin.' Ger qedexe werin rakirin û derfetên pêwîst werin peydakirin, em dixwazin vegerin gundê xwe û bi sewalvaniyê re mijûl bibin."
'DAREK JÎ NEHIŞTINE KU EM LI BIN SIYA WAN RÛNÊN'
Şukruye Îdînê ya ji gundê Remoyan ê herêma Bestayê, rave kir ku gundê wan bi zorê hatiye valakirin, şewitandin û ew gelek caran neçar mane ku birevin. Şukruye Îdînê wiha got: "Me sê çar caran koç kiriye. Niha, em nikarin herin ji ber ku gundê me di bin qedexeyê de ye. Ji cihê ku em lê ne, em tenê dikarin gundê xwe ji dûr ve bibînin û ev yek bandoreke mezin li me dike. Wan li gund darek jî nehiştiye ku em li bin siya wê rûnin. Wan hemû birîn. Pêvajoyek dest pê kiriye û jê re dibêjin pêvajoya aştiyê. Serok (Abdullah Ocalan) pêvajoyek daye destpêkirin, lê me hîn jî ji dewletê tu gaveke berbiçav nedîtiye. Em pênc şeş meh in li benda aştiyê ne, lê dewletê tu gav neavêtiye. Ji ber vê yekê em ji dewletê bawer nakin. Heta dema ku em hatin nobedariyê jî, bi sedan leşker û polîs derdora me dorpêç kiribûn. Ma wê aştî çawa bi vî awayî bê?"
'BILA AŞTÎ ÇÊBIBE Û QEDEXE RABIN'
Alya Atak a ji gundê Besta Hinceyê got: "Em dixwazin pêvajoya ku hatiye destpêkirin bigihîje armanca xwe. Ger ev pêvajo bi ser bikeve, em ê karibin vegerin gundên xwe. Berê me li gundên xwe heywan xwedî dikirin. Lê, ji ber qedexeya berdewam, em nikarin biçin. Em dixwazin vegerin gundên xwe û wan ji nû ve ava bikin. Em aştiyê û rakirina van qedexeyan dixwazin."
Ji gundê Rîsorê Îlîhan Ustek jî diyar kir ku qedexe ne tenê li ser gundê wan in û got: "Ev qedexe ne tenê li ser gundê me ne; li ser hemû Kurdistanê ne. Divê van qedexeyan rakin. Divê her kes li welatê xwe û axa xwe bi azadî bijî."
MA / Zeynep Dûrgût