NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 8 endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hemahengiya Hêzên Antîterorê (HAT), di berbanga 13’ê Îlonê de operasyonek ewlehiyê li bajarê Dêrazorê li dar xistine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama operasyonê de bi ser şaneyeke DAIŞ’ê de hate girtin û 8 endamên DAIŞ’ê hatine girtin û gelek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, şaneya hatî girtin plana pêkanîna êrişan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê operasyonên li dijî komên çete bidomîne û bang li şêniyan kir ku heke tevgerên biguman bibînin bila hêzên ewlekariyê agahdar bikin.