NAVENDA NÛÇEYAN - BTK’ê ji bo nûçeya me ya bi sernavê “Qeyûmi ji bo keştiya xwe ji qaseya şaredariyê 586 hezar TL xerc kir” biryara astengkirinê da.
Ajansa Mezopotamyayê (MA) di 20’ê Hezîranê de bi sernavê “Qeyûmi ji bo keştiya xwe ji qaseya şaredariyê 586 hezar TL xerc kir” weşand. Ji bo nûçeya me biryara astengkirinê hat dayin.
Li gorî nûçeyê, Hakan Başoglû ku weke qeyûm li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hate tayînkirin, ji bo tamîrkirina keştiya ew bi xwe bi kar tîne, ji qaseya şaredariyê 586 hezar TL xerc kiriye.
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, li ser hesabê xwe yê X’ê wiha got: “Ji xelkê Xelfetiyê re agahdarî. Di 25’ê Adara 2025’an de ji bo tamîrkirina keştiyê ji Halfetî Marîn Turîzmê re 586 hezar TL hate şandin. Keştiya şaredariyê tune ye. Rêveberiya qeyûm, pereyê gel ji bo keştiya kê xerc kir? Weke hevşaredarên hilbijartî em dixwazin hesab ji gel re bê dayin.”