AGIRÎ – Li Bazîdê welatiyên ku ji bo zivistanê penêr, rûn û qelî çêkirin, niha jî ketine tatêla çêkirina xwarinên di şûşeyan de (konserve).
Li Agirî ku hewaya sar zû dest pê dike, niştecih ji bo temamkirina amadekariyên zivistanê dixebitin. Ew ji bo heywanên xwe giya û kayê û her wiha ji bo xwe jî qûtên wekî penêr, rûn, qelî û xwarinên di şûşeyan de (konserve) amade dikin. Li bajêr ku zivistan dijwar û dirêj in, niştecih hewl didin ku zivistanê bi amadekariyên ji niha ve, zivistana xwe rihettir derbas bikin.
PENÊR, RÛNÊ NIVÎŞK Û KONSERVE
Li gundê Taxilkan ê Bazîdê ku amadekariyên zivistanê lê berdewam dikin, malbata Zatsan ketiye tatêla amadekariyan. Faime Zatsan (57) û keça wê li gundê ku li quntarên Çiyayê Gilîdaxê ye, ji bo zivistanê konserveyan amade dikin. Faime Zatsan ku amadekariyên zivistanê dike û vê kevneşopiyê neqlî keça xwe dike, got: "Di nava rojê de, ez heywanan xwedî dikim û xwarinê çêdikim. Ber bi zivistanê ve, em amadekariyên xwe jî dikin. Pêşî, me penêr, rûnê nivîşk, qelî û çewşûr (cureyek tirşiyê) amade kirin. Niha em konserveyan amade dikin."
Faime Zatsanê ku got wê amadekariyên zivistanê ji zarokatiya xwe ji malbata xwe hîn bûye, lê êdî ne wekî berê ye. Wê destnîşan kir ku her tişt niha bi hêsanî li supermarketan tê peyda kirin û hişyarî da ku ev çand dê li cem nifşên bê bi tevahî winda bibe.
'EM Ê NEQLÎ NIFŞÊN NÛ BIKIN'
Berîvan Zatsan (30) ku di heman demê de alîkariya dêya xwe dike amadekarina konserveyan vegot. Berîvan Zatsanê diyar kir ku wan di destpêka Îlonê de dest bi çêkirina konserveyan kiriye û got: "Em mehekê amadekariyê dikin. Em du celeb amade dikin, yek ji bo menemen û yek jî ji bo pijandinê. Îro, em konserveyên ji bo menemenê amade dikin. Pêşî, em firingiyên xwe di ava germ de ji bo demeke kurt dikelînin. Ev rêbaz hêsantir dike ku çermê firingiyê were paqijkirin. Dûv re, em van firingiyan hûr dikin. Dûv re, em îsotên sor û şîn ji hev cuda hûr dikin. Bê guman, em pîvazan jî hûr dikin. Dûv re, em pîvaz û îsotan di kazaneke mezin de ku li ser êgir tê danîn, diqelînin. Piştî vê pêvajoyê, em firingiyan dixin nav qazanê. Piştî ku hemû malzeme bi hev re tên pijandin, em qazanê ji ser êgir radikin."
Berîvan Zatsanê bi lêv kir ku piştî ku menemen amade dibe, ew tavilê dema ku hîn germ e wê dixin şûşeyan û got: "Em ji bo demsala zivistanê bi navînî 70-80 şûşeyan amade dikin. Dema ez biçûk bûm, dê û xaltîka min ev çêdikirin. Ez ji wan fêr bûm û niha ez wê amade dikim. Di pêşerojê de, ez ê vê çandê neqlî zarokên xwe bikim. Herêma me xwedî çandeke pir dewlemend û veşartî ye. Pêdivî ye ku em wê bi veguhestina nifşê bê zindî bihêlin."
MA / Omer Akin