NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşkeşvana Medya Haber TV’yê Heval Arslan, bêyî biryara dadgehê hebe li bajarê Nînove yê Belçîkayê hate binçavkirin.
Pêşkêşvana Medya Haber TV rojnameger Heval Arslan di êvara 22'yêê Îlonê de piştî ku ji Navenda Polîsan a Ninove'yê bang lê hate kirin, hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Arslan bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin, hemû alavên wê hatin desteserkirin, di lêgerîna tazî re hate derbaskirin û ew xistin hucreyê.
Li gorî agahiyan, li navenda polîsan gef lê hatiye xwarin û jê re hatiye gotin ku dê wê bişînin Fransayê û ji wir jî bişînin Tirkiyeyê.
ROJÎNÊ DAXUYANÎ DA
RO-JIN’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku heke Heval Arslan radestî Fransayê bê kirin, rewşa wê ya penaberiyê ne diyar e û rîsk heye ku teslîmî Tirkiyeyê bê kirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Helwesta bê edalet a Fransayê ya li hemberî çapemeniya Kurd tê zanîn. Şandina Heval Arslan ji bo Fransayê xeteriyê bi xwe re tîne ku radestî dewleta Tirk bê kriin. Ji ber vê yekê jî fikarên me cidî ne. Weke Komeleya Rojnamevanên Jin ên Kurd RO-JIN em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û Heval Arslan serbest bê berdan.”
HEVAL ARSLAN
Heval Arslan ku ji sala 2003'yan û vir ve li Roj TV, Med Nûçe û Medya Haber TV’yê xebitî, herî dawî li Medya Haber TV’yê bultena nûçeyan pêşkêş dikir. Heval Arslan ku li Fransayê mezin bû û ji beşa çapemenî-weşanê mezûn bû, salên dûr û dirêj rojnamevanî kir. Lê belê tê gotin, Fransayê welatîbûn neda wê, konsolosxaneya Tirk jî nûkirina pasaporta wê red kiriye. Ji ber vê yekê mafê wê yê gera bi serbestî û pêkanîna pîşeyê xwe jê hate stendin. Lewma beriya bi demekê li Belçîkayê serlêdana penaberiyê kiribû. Rojnamevan Heval Arslan di heman demê de endama damezrîner a Komeleya Jinên Kurd RO-JIN e ku li Belçîkayê ava bû û endama desteya wê ya rêveber e. Niha li navenda dersînorkirinê ya li Bruggeyê tê ragirtin.