AGIRÎ - Gola Masiyan, bi bilindahiya xwe ya 2 hezar 241 metreyan gola herî bilind a Tirkiye û Kurdistanê bû. Lê derket holê ku Gola Etarê ya qeşayî ku ji xeynî şêniyên Avkevirê kes pê nizane, bilindahiya wê 2 hezar û 850 metre ye.
Li gorî qeydên fermî ya golan a li Tirkiyeyê, gola herî bilind Gola Masîya ye ku li navçeya Avkevir a Agiriyê ye û bilindahiya wê 2 hezar û 241 metre ye. Lêbelê, gola qeşayî Gola Etarê ku ji xeynî niştecîhên herêmê ve kes pê nizane, hat tespîtkirin ku bilindahiya wê 2 hezar û 850 metre ye. Li gorî lêkolîna komeke ji Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê, hatiye tespîtkirin ku ev gol, goleke qeşayî ye. Tê payin ku encama lêkolînê ya komê di demeke nêz de bi gotarekê di kovara zanistî ya zanîngehê de bê weşandin.
Gola Etarê ku 64 kîlometre dûrî Agiriyê û 32 kîlometreyan dûrî Avkevirê ye, piştî vê keşfê li benda tescîlkirinê ye. Gola Etarê ku li quntarê Girê Koçbaşiyê yê bi bilindahiya xwe 3 hezar û 510 metre ye ku di navbera sînorên navçeya Avkevir a Agiriyê û navçeyê Erdîş a Wanê de ye. Gola Etarê, bi bilindahiya xwe 2 hezar 850 metre ye û ev wê dike gola herî bilind a Tirkiye û Kurdistanê. Gola Etarê, li ser qadeke nêzî 50 hektarî ye û 22 kîlometreyan dûrî gundê Aziyê ye.
LI BENDA TESCÎLKIRINÊ YE
Li gorî qeydên fermî ya golan li Tirkiyeyê, gola herî bilind Gola Masîya e ku ew jî li navçeya Avkevirê ye û bilindahiya wê 2 hezar û 241 metre ye. Dema ku Gola Etar bê tescîlkirin, dê bibe gola qeşayî ya herî bilind a Tirkiyeyê.
MA / Omer Akin