ŞIRNEX - Di danişîna doza Remzî Kayaalp de ku li navçeya Silopiyayê jina bi navê Gulîzar Yildiz bi “hesta cinawirî” qetil kiribû, biryar hate dayin ku “kapasîteya krîmînal” a Kayaalp were lêkolînkirin.
Jina bi navê Gulîzar Yildiz (27) ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di loqenteyeke navçeyê de dixebitî, ji hêla yek ji xebatkarên loqenteyê Remzî Kayaalp ve hate qetilkirin. Danişîna ewil a qetilkirina Gulîzar Yildizê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Malbata Gulîzar Yildizê, parêzerên şaxên OHD û ÎHD’ê yên Şirnexê û Navenda Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê jî tev li danişînê bûn. Kayaalp ku bi sûcê “kuştina bi hesta cinawirî” tê dairzandin, li girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû.
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Sê şahidên bûyerê îdia kirin ku di navbera Gulîzar Yildizê û faîl Kayaalp de tu neyartî nebû û bûyer vegotin.
Piştre jî parêzerên malbata Gulîzar Yildizê axivîn û gotin ku di îdianameyê de sûcê “Kuştina bi hesta cinawirî” heye û Kayaalp bi plankirî Gulîzar Yildiz qetil kiriye. Parêzeran xwestin ku dema dadgeh cezayê dide serî li daxistina cezayê nede.
Dadgehê, biryar da ku li şahidên bûyerê yên lê nehatiye guhdarîkirin bê guhdarîkirin, ji bo tespîtkirina “kapasîteya krîmînal” a Kayaalp ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re muzekkere were nivîsandin û danişîna dozê taloqî 20’ê Mijdarê kir.