STENBOL - Di daxuyaniya ji bo Elewiyên ku bi êrişên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re rû bi rû dimînin de, wiha hat gotin: "Colanî rewa nekin! Nîşandana wî wekî 'qasidê aştiyê', pesendkirina zilmê ye."
Federasyona Elewiyan a Bektaşî (ABF), Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê (ADFE) û Weqfa Çandî ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Velî li Cemxaneya Pîr Sûltan Abdal a li Sûltangaziyê bi dirûşmeya "Elewî li Sûriyeyê tên qirkirin" daxuyaniyek dan. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû û nûnerên gelek saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Pankarta bi nivîsa "Li Sûriyeyê qirkirina Elewiyan heye" û pankartên bi nivîsa "Ev pergal ji Kerbelayê vir ve xirabe ye" û "Em mafên hemwelatîbûnê yên wekhev dixwazin" hatin vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên wekî "HTŞ'ya kujer, hevkar AKP" hatin berzkirin.
Endama Lijneya Rêveber a Federasyona Elewiyan a Bektaşî Sevim Yalincakoglûyê, daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Sevîm Yalincakoglûyê diyar kir ku li Sûriyeyê zilm û qetlîam berdewam dikin û got: "Zêdebûna êrişên dawî yên li dijî civakên Elewî yên li Hums û derdora wê dijîn ne tenê encama şer e. Ev êriş, mîrateyeke dîrokî ya nefreta olî, tundiya rêxistinkirî û polîtîkayên ku armanc dikin ku civakên Elewî tune bikin nîşan didin. Armancgirtina rasterast a navendên olî, qadên jiyanê û gundan sûcekî şer a eşkere ye. Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku li herêmê dixebite û berê di asta navneteweyî de wekî rêxistineke terorîst hatibû nasîn û çeteyên girêdayî wê demeke dirêj e ku civakên Elewî û Xiristiyan hedef digirin. Zimanê nefretê û siyaseta tunekirinê ya HTŞ'ê ku li ser rêgezên Emewiyan hatiye avakirin, ji bo jiyana gelên bindest ên Sûriyeyê gef e."
‘ÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HTŞ'Ê ŞIRÎKÊ QIRKIRINÊ NE'
Sevîm Yalincakoglûyê got: "Tirkiye, DYA, Îsraîla Siyonîst, hevkarên wan ên herêmî û hemû welatên ku rasterast an nerasterast piştgiriyê didin HTŞ'ê, hêzên sermayeyê û dezgehên çapemeniyê yên bêdeng, şirîkê vê qirkirinê ne. Her piştgiriya lojîstîkî, darayî, siyasî an leşkerî ji bo kujer Colanî û vê rêxistina çete ne tenê li dijî gelên bindest ên li herêmê, lê li dijî hemû mirovahiyê ye. Ji ber ku ev êrişên qirkirinê yên li dijî Elewiyan li Sûriyeyê sûcên li dijî mirovahiyê ne. Wekî din, ev piştgirî rê li ber êrişên li dijî civaka Elewiyan vedike û çeteyan xurt dike. Em ji vir bang li tevahiya cîhanê dikin! Divê ev çeteyên ku sûcên li dijî mirovahiyê dikin, tavilê wekî sûcdarên şer werin îlankirin û werin darizandin!"
Sevîm Yalincakoglûyê diyar kir ku Elewî di tevahiya dîrokê de ji bo aştî, edalet û rûmeta mirovan rawestiyane û got: "Tiştê ku îro tên serê Elewiyan Kerbela ye. Yezîd heman Yezîd e, bindest heman bindest e. Em piştgiriya xwe didin sivîlên ku duh li Lazkiye, Hama û Humsê jiyana xwe xistin xeterê da ku li dijî zilmê derkevin kolanan. Gelê bindest ê Sûriyeyê ne bi tenê ye. Divê kujer Colanî û çeteya wî tavilê werin darizandin. Tundî û mirina mirovên bêguneh paşguh nekin. Bibin dengê jin û zarokên ku hatine kuştin; Colanî rewa nekin. Nîşandana wî wekî 'qasidê aştiyê' zilmê pesend dike. Yê ku li hember zilmê bêdeng dimîne şeytanê bêziman e."
