ENQERE - Welatiyên bi daxwaza budçeya ji bo nan û aştiyê meşiyan Enqereyê, diyar kirin ku şer li dijî kedkar û gelan e û xwestin budçe ne ji bo şer lê ji bo aştiyê were veqetandin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 12’ê Kanûnê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji 4 baskan ve ber bi Enqereyê ve meş li dar xist. Meşa bi dirûşma “Budçeya ji bo nan û aştiyê” hat lidarxistin, li pêşiya Deriyê Dîkmenê ya Meclisê bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Gelek welatiyan di baskên meşê yên Amed, Çukurova, Ege û Marmarayê de cih girtin.
Welatiyên ku di destê wan de simîd û meşiyan ber deriyê Meclisê, bi dirûşman xwestin budçe ne ji bo şer lê ji bo kedkar û gel were veqetandin. Welatiyên tev li meşê bûn, diyar kirin ku ji krîza aborî ya heyî herî zêde jin bibandor dibin û heta daxwaza wan a aştiyê pêk tê jî dê têbikoşin.
Welatiyan, anî ziman ku budçeya heyî li dijî gelan, kedkaran, ciwanan, jinên ciwan, zarok, teqawid û yên mûçeyê kêmtirîn werdigirin e û xwestin bi boneya Pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk, budçe ne ji bo şer lê ji bo aştiyê were xerckirin.
