Jinên başûrî: Divê em ji bo mafên xwe qadan neterikînin
- jin
- 12:06 27/9/2022
Parlamentera Tevgera Goran a Berê û Endama Civaka Neteweyî ya Kurdistanê Sûad Razzaq bal kişand ser yekitiya jinên kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Em jin ji bo mafên xwe hewceye qadan neterikînin. Jinên kurd li Bakur û Başûr xebatên xwe didomînin, li Rojhilat şoreşê dikin û li Rojava destanê dinivîsinin. Sedsala 21’emîn sedsala jinan e û divê jin yekitiya xwe ava bikin.”