Meclîsa Jinan a HDP'ê kargeha 'Rêveberiya xwecihî ya azadîxwaziya jinan' li dar dixe
- jin
- 12:55 18/9/2021
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di vekirina kargehên Saziyên Jinan ên Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê de axivî û bal kişand ser tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên jinan û got: "Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar, me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinan bi hêz kir û me hewl da tevlî qada civkî û siyasî bibin."