Meclis û parlamenter di çavdêriyê de ne: Wê qarne di hilbijartinê de bên dayîn
- jin
- 09:02 19/4/2021
EŞÎK ku piştî vekişandina ji Peymana Stenbolê xebateke zêde da destpêkirin, meclis û 584 parlamenteran dişopîne û wê qarneyê wan di hilbijartinê de bide wan. Dildara EŞÎK’ê Tulîn Kesîktaş, ragihand ku hevdîtinên jinan û grev di rojeva wan de ne û got ku êdî jin nayên zeftê!