Jin li qada ne: Serhildan didome
- jin
- 15:47 03/3/2021
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li gelek bajaran jinan çalakî û şahî li dar xistin û daxuyaniya “Serhildana jinan a ji 1857’an dest pê kir didome” dan.
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li gelek bajaran jinan çalakî û şahî li dar xistin û daxuyaniya “Serhildana jinan a ji 1857’an dest pê kir didome” dan.
Aktîvîstên TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê li navçeyên Basa, Sîlopî û Hezexê bi wesîleya hefteya 8'ê Adarê li jinan qerenfîl belav kirin.
Li gorî danayên JINNEWS’ê berhev kirin, di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin.
Li Mûşê Kazim Altinmakas hevjîna xwe Fatmay Altinmakas kuştibû. Di îdianameya derbarê bûyerê de hat amadekirin ji bersûc Kazim Altinmakas re cezayê girankirî yê heta hetayê tê xwestin.
Li seranserê cîhanê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê didomin. Ji 8 welatan 8 jinan got: "Em bi hev re, li gel hev in. Me rêyeke dûr û dirêj kudand. Ancax em dikarin bi hev re bi ser bikevin. Heya niha hêzeke kolektîf a bi vî rengî çênebûbû."
Li Artvînê jinên ku amadekariyên 8'ê Adarê dikin, anîn ziman ku dê bi awayekî bihêztir û rengîtir dakevin kuçeyan.
Jinên ku me ji bo 8’ê Adarê mikrofona xwe dirêjî wan kir, bal kişandin ser sedemên zêdebûna tundiya zilam û ev bertek nîşan dan: “Bila polîtîkayên necezakirinê bi dawî bibin. Peymana Stenbolê bê cih anîn û em dixwazin di kolanan de azad bigerin.”
Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî li dar xistin.
Bi pêşengiya TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya 8’ê Adarê de li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan destnîşan kir ku ew ê li ber êriş û zextên îqtîdarê rabin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.
Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bertek nîşanî astengkirina çalakiyên xwe da û bang kir ku polîs û walitî dest ji astengkirina bikaranîna mafên wan ên demokratik berdin.
Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de TJA'yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist.
Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku 5 mehin di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk li piyê wê xistin. Çay a bertek nîşanî vê pêkanînê da, wiha got: “Ji ber ku min aştî xwest, lingê min kelepçe kirin.”
KCDP daneyên tundiya zilam ku her meh aşakera dike wê vê mehê aşkera neke.
Kader Yontem a bi gef û tundiya Rustem G. re rûbirû maye dibêje “ez pir ditirsim” û dixwaze dengê wê were bihîstin.
Di rapora Budçeya Navendî ya 2021'ê de tê îdiakirin ku "194 navendên jinan hatine vekirin." Lê belê Hevberdevka Desteya Rêvebiriyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku ev ne rast e û pirsî: "Ev 194 saziyên jinan ka li ku ne?"