Jinên DAD’î banga 25’ê Mijdarê kirin
- jin
- 16:01 21/11/2020
Jinên endamên DAD’ê diyar kirin ku ew ê dest ji mafên xwe bernedin û bi piştevaniyê wê jiyana xwe biparêzin û ji bo 25’ê Mijdarê jinan hemû vexwendin qadan.
Jinên endamên DAD’ê diyar kirin ku ew ê dest ji mafên xwe bernedin û bi piştevaniyê wê jiyana xwe biparêzin û ji bo 25’ê Mijdarê jinan hemû vexwendin qadan.
Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê dê bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixe.
Li Stenbolê me tahde û şideta li jinê tê kirin ji zilaman pirsî. Yek ji van zilaman Mehmet Kocabey, diyar kir ku ji televîzyonan 25'ê Mijdarê hîn bûye û got, divê hîn bêtr çalakiyên jinan di TV'yan de cih bigirin.
Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wanê koç kirine û li Enqereyê hev du nas kirine, niha di heman tendûrê de nan dipatin û pê debara xwe dikin.
TJA'yê, berî 25'ê Mijdarê daxuyanî da û got: "Zîhiniyeta serwer a mêr herçî xwe di bin navê dewletê de saz kiriye, dijminatiyê li jinan dike û li hemberî vê jî têkoşîna azadiyê ya jinan bênavber didome."
Nebahat Îşçî ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin û niha tevlî kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” bûye, diyar kir ku ji bo bi hezaran jinên tundî li wan tê kirin têdkikoşe.
Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez anî ziman ku gava xwestiye bibe siyasetmedar bi gotinên "Îcar jin û bibe siyasetmedar, de li mala xwe rûnê" re bi rû maye, lê belê guh nedaye van gotinan û got, vîna jinê ne kêm e û dê dev ji vê helwesta xwe bernede.
TJA’ye bi wesîleya 25’ê Mijdarê ji bo jinên hatine qetilkirin çalakiya zincîra xemrî li dar xist.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di panela partiya xwe ya bi mijara “Ji duh heta îro pergala hevserokatiyê" de diyar kir ku hevserokatî li ser navê wekhevî, edalet, demokrasî û mirovahiyê destkeftiyeke û ev tişt got: “Tê xwestin ku li hemberî pergala zilam jin bê heq û hiqûq bê hiştin û tênê bê hiştin û bê bêhêzkirin.”
Jinên dersimî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û bang li jinan kirin û gotin: "Di 25'ê Mijdarê de em pêşî li ber şidetê bigirin."
Remziye Akbal ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne tahde lê hatiye kirin û ji ber vê dev ji hevjînê xwe berdaye û tevî çar keçên xwe ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Akbal, çendî ku derfetên wê pir tune ne jî, li ber xwe dide. Akbal bang li jinan kir ku tu carî bêdeng nemînin.
Jinên elewî anîn ziman ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî feraseta nêrza dakevin qadan û bi dirûşmeya "Tu bend tune ne ku em nikaribin bi hêza xwe wan derbas bikin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.
Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa ku derbarê 23 parlementerên wê yên jin de 521 fezleke hatine amadekirin û tê xwestin parlementeriya 8 kesan bê betalkirin wekî "Platformeke pir nêrza û carinan vediguhere qada şer" nirxand.
Platforma Jinan a Enqerê, ji bo çalakiya ku di 25’ê Mijdarê de dê li ber Şaredariya Çankayê li dar bixin banga tevlîbûnê li jinan kir.
Derbarê 15 jinên endamê Platforma Jinan a Dersimê ku tacîzê şermezar kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin.