Polîsan ‘Konvoya Mor” asteng kirin
- jin
- 16:50 14/11/2020
DAKAP’ê xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe lê polîsan konvoyê asteng kir.
DAKAP’ê xwest di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navenda Amedê “Konvoya Mor” li dar bixe lê polîsan konvoyê asteng kir.
Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk têkildarî kuştinên jinan raporek eşkere kir û diyar kir ku di 10 mehan de bi giştî 453 jin hatine kuştin.
Platforma Mor Sarmaşik, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan, ji jinên girtî re qert şandin. Meclîsa Jinana HDP'ê û TJA yên Mêrdînê jî bi heman armancê qert şandin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û aktîvîstên TJA'yê, bi çarçoveya kampanyeya "Em xwe diparêzin" de li Mêrsînê hatin gelhev.
Di pêvajoyekê ku jin bi boneya 25’ê Mijdarê dadikevin qadan de, di rojekê de 4 jin hatin qetilkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku tundiya li dijî jinê, bi polîtîkayên desthilatdariyê re kûrtir dibe.
Endamên DAKAP’ê bi boneya 25’ê Mijdarê xwestin li Qada Deriyê Çiyê xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan ew asteng kirin. Jin li ser vê yekê li parkê kom bûn û çîrokên 41 jinên hatibûn qetilkirin nexwendin.
Binefser Volkan Erdem ku li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Mûglayê peywirdar e, Hafîze Gunakin ku bi pê re destgirtî bû qetil kir.
Çîlem Kiliç a li Dîkîliya Îzmîrê dijiya, ji aliyê Alper Gul ê berdabû ve hat qetilkirin.
Li Meletiyê, jina bi navê Emîne P. ji aliyê hevjînê xwe Mehmet P. yê ku ji ber tundiya lê dikir biryara dûrxistinê ji bo wî hatibû dayîn ve, hat qetilkir.
Rêxistinan jinan ragihandin ew ê di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê li meydanan bin.
Platforma Jinan a Enqereyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şand.
Li Narîn Gezgor ku di doza Komeleya Jinan a Rosayê de dihat darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Mêrdînê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bernameya çalaki û şahiyan eşkere kirin.
TJA’yê di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” û çalakiyên 25’ê mijdarê de li Wanê fîlm nîşan da.
Parlementera CHP'ê Candan Yuceer, ji bo hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê anî ziman ku tê xwestin desteftiyên jinan ji holê bên rakirin û got: "Ew ê her tim budçeyeke li gor asasên zayenda civakî biparêzin."