• img

    Dayikên tenduristvan: Ji ber xebatê em zarokên xwe nabînin

    • jin
    • 09:05 08/5/2020

    Dayika ku xizmetkara tenduristiyê ye Başak Edge Gurkan, bi minasebeta roja dayikan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsê ji meha Adarê heta niha ber karê zêde rêya malê nabînin û nikarin wexta xwe ji zarokan re veqetînin. Gurkan, anî ziman ku rayedar zorê li wan dikin ku yan zarokan an jî kar hilbijêrîn û wiha got: "Hin dayik jî ji ber zextên hevjînê xwe ya dê şewbê bîne malê nikarin biçin malê."

  • img

    Pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye

    • jin
    • 16:33 07/5/2020

    Nûnerên jin ên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, diyar kirin ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de pirsgirêka xwe gihandina xizmetên tenduristiyê ya jinan zêde bûye û ji hêla tundiya li ser jinan ve şertên pêvajoyê xetereyên jiyanî derxistiye holê.

  • img

    Rapora Komîsyona Jinan a 4 mehan: Mafê 204 jin û zarokan binpê bû

    • jin
    • 16:05 07/5/2020

    Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê rapora 4 mehan aşkera kir û got: "Di 4 mehan de li 12 bajaran mafê 141 jinan û mafê 63 zarokan hatiye binpêkirin."

  • img

    ‘Tarhan bila dîsa were girtin’

    • jin
    • 12:20 06/5/2020

    Ozgur Tarhan ê Ayşe Karaman qetil kiribû hatibû berdan. Meclîsa Jinan a Enqereyê bertek nîşanî berdana Tarhan da û xwestin Tarhan dîsa were girtin.

  • img

    TJA: Em bi Hevşaredar û gelê Qersê re ne

    • jin
    • 15:42 05/5/2020

    TJA û Rêxistina HDP'ê ya Êlih derbarê êrîşa li dijî Şaredariya Qersê de daxuyanî dan û gotin: "Wekî TJA em soz didin ku dê tu carî dev ji destkeftiyên xwe bernedin û em ê li dijî polîtîkayên dijminatiyê têbikoşin."

  • img

    'Em tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernadin'

    • jin
    • 14:46 04/5/2020

    TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek navendan êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. TJA û Meclisa Jinan anîn ziman ku tu carî dev ji destkeftiyên xwe ên bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine bernadin û ugotin: "Em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gelan ya AKP-MHP’ê bidomînin.”

  • img

    Kedkara malê: Nikarim kirê bidim

    • jin
    • 09:05 04/5/2020

    A.Ç ji 14 saliya xwe heta niha diçe paqijiya malan dike û niha jî ji ber şewbê bêkar maye. A.Ç ya ku çareserî di zewacê de dît, piştî zewicî bêtir rastî tundiyê hat û zewac lê bû îşkence. A.Ç. bi têkoşîna li dijî zehmetiyan mînak e.

  • img

    Ji mêran zêdetir dixebitin, lê ji mêran kêmtir distînin

    • jin
    • 09:05 04/5/2020

    Li Aydinê jinên ku bi komî diçin paletiya Çilekan, bi rîska şewba vîrûsa corona re rû bi rû ne. Jinên ku paletiyê dikin diyar kirin ku li gel ji mêran zêdetir kar dikin jî heqê wan ji yê mêran kêm tir e û keda wan erzantir e.

  • img

    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya: Çiqas me bigirin jî em ê serî hildin

    • jin
    • 12:36 03/5/2020

    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku di gelek rojnameger 3'yê gulanê di girtîgehan de pêşwazî dikin û wiha got:"Ew çiqas me bigirin jî em ê ji bo azadiyê serî hildin."

  • img

    Di nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin

    • jin
    • 16:50 02/5/2020

    KCDP’ê, di rapora xwe ya meha nîsanê de aşkera kir ku 20 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin.

  • img

    Ji bo bîranîna Terteleya Dersimê bang li jinan hat kirin

    • jin
    • 15:12 02/5/2020

    Jinên Elewî banga bîranîna salvegera 83’emîn a Terteleya Dersimê kir.

  • img

    Malên xwe kirin qadên 1'ê Gulanê

    • jin
    • 20:47 01/5/2020

    Platforma Jin Pevre Bihêz in piştî banga ji bo 1'ê Gulanê, li gelek bajaran bal kişandin ser keda jinê ya nedîbar û li malên xwe 1'ê Gulanê pîroz kirin.

  • img

    Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin

    • jin
    • 09:14 30/4/2020

    Bi qanûna înfazê ya nû re gelek kesên li dijî jin û zarokan sûc kirine hatin berdan. Derûnas Gulşen Canan, bal kişand ser bandora van kesan a li ser mexdûran û got: "Jin û zarok bi şidetê re rû bi rû hatine hiştin."

  • img

    Mûtlû Kaya: Ma jiyana jinan ev qasî hêsan e?

    • jin
    • 09:17 29/4/2020

    Mûtlû Kaya, ji ber êrîşeke çekdarî ji 92 astengdar bû. Di êrîşeke çekdarî de jî parêzera wê û xwişka wê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Kaya, diyar kir ku ji ber ku cezayekî baş nehatiye birîn ev yek bûye sedema cinayetên nû û pirsî: "Ma jiyana jina ev qasî hêsan e."

  • img

    Bi qanûna înfazê re rê li ber komkujiyê hat vekirin

    • jin
    • 09:16 29/4/2020

    Hevseroka HDP'a Wanê Oznûr Bartin diyar kir ku sûcdarên ku bi qanûna înfazê ya nû re rê li ber wan vebû berî ku ji girtîgehê derkevin telefonî jinan kirine û gef li wan xwarine. Bartin, got: "Ev bi her awayî rêvekirina li ber komkujiya jina ye."

LÊGERÎN