Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
- jin
- 14:59 20/11/2019
Jinan di daxuyaniyên li bajarên dan de banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê li her kesî kirin.
Jinan di daxuyaniyên li bajarên dan de banga tevlîbûna 25'ê Mijdarê li her kesî kirin.
Ji Jinên Misilman Ên Dij Kapitalîst Bahar Çalmak ku heya roja îro tevlî çalakiyên jinan nebûye, diyar kir ku ew ê di 25’ê Mijdarê de yekemîn car tevlî çalakiyeke jinan bibe û bang li jinan kir ku biherikin qadan.
Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinê didome. Jinên ala ji dest Xwişkên Mîrabel wergirtin, ji bo pêkanînan qanûnan û wekheviya zayendî wê careke din dakevin qadan.
Platforma Jinên Dêrsimê, bernameya xwe ya çalakiyan a di çarçoveya 25'ê Mijdarê de aşkera kir û got: "Ji bo ku em daxwazên xwe bînin ziman û qanûn bên pêkanîn em ê li qadan bin."
Jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Platforma Jinan a Antalyayê daxuyaniyek dan û bernameya xwe aşkera kirin. Jinan diyar kirin ku dê li dijî şîdetê têkoşîna xwe bidomînin.
Omer Faruk A yê xwest Y.O. bikuje û hat darizandin, li salona dadgehê gef li parazvanên jin xwar û got: “Bi destûra xwerê rûyê min spî ye. Min dest ji wan karan berdan. Hûn dê hemû ji niha û şûnde bibînin."
Platforma Jinan a Dersimê, bernameya çalakiyên ku di çarçoveya di 25'ê Mijdarê de li dar bixin, aşkera kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di Koma Jinan a HDPê ya li Meclîsê de axivî û bal kişand ser tundiya îqtîdarê ya li dijî jinan û têkoşîna jinan a li dijî tundiyê. Buldan, anî ziman ku AKP ji ber ku ji hêz û têkoşîna jinê ditirse ew qas êrîşî jinê dike û wiha got: "Îqtîdar li dijî pergala Hevserokatiyê ye. Lê çareserî ne yekserokatî, hevserokatî ye. Îktîdar dixwaze jinê bê parastin bihêle. Lê heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne."
Şaredariya Qelqeliyê ku di dema qeyûm de hemû saziyên wê yên jinan hatin girtin, zend û bendê xwe ba dan. Hevşaredar Dîlan Orencî diyar kir ku hemû saziyên hatine girtin wê ji nû de vekin û got: “Em hewl didin hemû jinan tevlî xebatên navçeyê bikin.”
Aktîvîsta Feminist Berrîn Sonmez, diyar kir ku sedema zêdebûna êrişên li dijî jinê, ji ber siyaset vê pirsgirêkê, meseleyê dawî digire dest û wiha got: "Lê pirsgirêkên jinê meseleya esasî ya siyasetê ye."
Seroka VAKAD'ê ya hat girtin Songul Ozînver, anî ziman ku piştî komeleya wan hat girtin, li kafe, mal û kuçeyan serlêdanên jinan werdigirin.
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Jin Newsê Safiye Alagaş ku hêjayî xelata rojnameger Maria Grazia Cutuli ya rastî êrîşa El Qaîde hat û hat kuştin, hat dîtin, diyar kir ku ev serkeftin encama serkeftina rojnamegerên jin ên Kurd a navneteweyî ye.
Di pêşengiya Şaredariya Sûrê de jinan bi mınasebeta 25'ê Mijdarê dar çandin. Dema dar çandin, Ruşen Tayfun diyar kir ku di salekê de 392 jin hatin qetilkirin û got: "Her şitlek nîşaneya jiyana wan jinan e."
Meclisa Jinan a Şirnexê ya HDP'ê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi jinên bajar re hat gel hev.
Navenda Jinê ya Amîda ku ji aliyê qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê hatibû kirin ve hatibû girtin, ji aliyê rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ve careke din vedibe.