Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
- jin
- 11:00 13/8/2024
Jinên Iraqî û êzidî diyar kirin ku hewldanên ji bo guherandina “Qanûna Rewşa Şexsî” ya li Iraqê, êrişeke li dijî mafên jinan e û wiha gotin: “Divê hêj ev qanûne nehatiye guherandin bi temamî bê rakirin. Banga me ji sazî û dezgehên li Iraqê ji bo mafên jin û zarokan têdikoşin ew e ku li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”