Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
- jin
- 09:24 21/10/2017
Li navçeya Pîranê ya Amedê Vuyriye Tekîn li parkek şaredariyê bufek vekiribû û nane sêlê çêdikir. Lê bufeya Tekîn ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Tekîn got ku piştî qeyûm dikana wê girtiye li gel keça xwe cihek nû vekiriye û gav paş de neavêtiye.