Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
- jin
- 14:41 16/7/2024
H.K.G. a 6 salî ku hate “zewicandin” ji aliyê Kadîr Îsteklî ve hate tecawizkirin. Danişîna doza ku bersûc jinûve jê tên darizandin careke din hate talokirin.
H.K.G. a 6 salî ku hate “zewicandin” ji aliyê Kadîr Îsteklî ve hate tecawizkirin. Danişîna doza ku bersûc jinûve jê tên darizandin careke din hate talokirin.
Berdevka Piştevaniya Morê Cemîle Baklaci, li dijî tundî û êrişa li ser jinan wiha got: “Divê em jinûve li hev bicivin û rêya bikaranîna kollanan dewlemend bikin.” Endama YDK’ê Şîfa Nûr Çetîn jî wiha got: “Em çareya hevdû ne.”
Li başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 30 jin hatin qetilkirin û gelek ji van jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ji RJAK'ê Ronak Mecîd diyar kir ku hebûna jinan a li herêmê di xetereyê de ye û qanûnên hikûmetê jinan naparêz in.
Jinên beşdarî “Komxebata Jinan û Aboriyê” bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi hêza xwe ya xweser bixebitin û ew ê wek jinan bersivek têkoşîna birêxistinkirî bidin vê krîzê.
AYM’ê di doza îstîsmara zayendî de biryara binpêkirinê da û xwest ku doz jinûve were lidarxistin û ji bo zarokê tazmînat were dayîn.
Li navçeya navendî ya Semsûrê zaroka bi navê Belkis Tosûn a 14 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
“Komxebata Jin û Aboriyê” ku ji hêla Kooperatîfa Jinê ya Evînê ve dihat organîzekirin, di roja duyemîn de bi rûniştinên “Beşdarbûna jinan a di pêvajoyên biryardayînê de”, “Têkoşîna zayenda civakî” û “Newekheviyên zayenda civakî” bi dawî bû.
Jinên ku vegeriyayîn mezraya Gomê ya Farqînê ku di salên 90’î de hatibû şewitandin û ji xwe re atolyeya tekstîlê ava kirin, anîn ziman ku azadiya aboriyê girîng e.
TJA û Meclisa Jinan a DBP'ê li ser polîtîkayên şerê taybet bi jinan re dicivin û vê yekê nîqaş dikin. Endama Meclisa Jinan a DBP'ê Ayşe Çelîkbîlek got ku ew ê bi têkoşîna xwe li ber şerê taybet rabin.
Li cerdevanê ku li Elbakê ji ber destdirêjiyê dihat darizandin, 6 sal û 8 meh ceza hat birîn. Parêzer Jiyan Ozkaplan ku bertek nîşanî vê yekê da, got: "Lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Ji ber ku faîl bi unîforma ye, hat parastin."
Li şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan got: "Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Midûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne, dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide bide meşandin."
Şaredariya Cizîrê bi hevkariya Komîsyona Jinan a Baroya Şirnexê semînera bi navê "ji tundiya li ser jinê re bes e" pêk anî. Di semînerê de cureyên tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin.
Jina ku li navçeya Midyadê mala wê ji aliyê kurê wê ve hate şewitandin, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Ayşe K. li dijî zilamê pê re zewicî ku bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir, xwe parast û ew kuşt.
Hesabê kurdî JINNEWS’ê yê platforma X’ê (twittter) hat astengkirin.