Li Stenbolê gel bi şev li derve ma

  • rojane
  • 10:36 24 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Li Stenbolê ku paşlerz lê didomin gelek welatiyan şeva xwe li derve derbas kirin. 

Piştî erdhejên bi pileyên 6.2 û 5.9’ê yên di Behra Marmarayê de, li Stenbolê gelek welatiyan şeva xwe li parkan derbas kirin. Bi taybet jî welatiyên navçeyên Esenyurt û Avcilarê ku xetereyeke mezin li ser e, piraniya welatiyan bi şev li kolanan bûn. 
 
Xetên Fenîkuleran ên Karakoy-Tunel û Taksîm-Kabataşê jî ji ber tevdîran îro nehatin vekirin. 
 
Erdhejên biçûk hem şevê din hem jî îro domiyan.