ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
- rojane
- 09:00 09/3
Li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo kesên di salên 90’î de bi zorê hatine windakirin, çalakî hatin lidarxistin. Navê jinên ku li Amedê di 8’ê Adarê de hatine windakirin, hatin xwendin.
Bi boneya 8'ê Adarê li gelek bajaran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Jinan diyar kir ku Abdullah Ocalan bi bangawaziya xwe derî vekiriye û gotin ku ev derî deriyê wan ê têkoşîna azadî û edaletê ye û wê derî li ber pirsgirêka kurd veke ku bi awayekî rêya demokratîk bê çareserkirin.
Li Êlihê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna bi hezaran kesan şahî hat lidarxistin. Di axaftinên hatine kirin de doza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Jinên ku di mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Amedê axivîn, gotin ku ew piştgirî didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di coşa 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo 8'ê Adarê û berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaxê hat silavkirin.
Dayikên Şemiyê ku di hefteya 1041'emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Alî Işık pirsîn, daxwaza pêkanîna aştiyê kirin.
Abdullah Ocalan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek şand û got, "Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan jî Ronesans e."
Endamê Şandeya Îmralî û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek got, banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava azadiyê ye.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajar û navçeyan mîtîng û şahî tên lidarxistin.
Endamên Platforma Alimên Olî ya Stenbolê yku piştgirî dan banga Abdullah Ocalan, destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê berpirsyariya çareseriyê bi cih bînin.
Nûnerên saziyên sivîl ên li ser girtiyan û kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku divê desthilat û dewlet bi banga Abdullah Ocalan re gavên çareseriyê bavêjin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li gorî rêzê biçin serdana EMEP, CHP û TÎP’ê.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran di şahiya 8’ê Adarê ya Curne Reş de axivî û wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir: “Werin em bi destên hev bigirin û bibin yek.”