Banga dîrokî dê bi wêne be
- rojane
- 15:31 27/2
Hat zanîn ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi wêne be.
Hat zanîn ku dê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi wêne be.
Welatiyên ku ji bo banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zindî guhdarî bikin hatin, diherikin Qada Şêx Seîd.
Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê herî kêm ji hêla 300 rojnamegeran ve were şopandin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vedigere.
Bi hezaran kes ji Dêrsim, Êlih, Rihayê û bajarên din bi strana “Em bernadin vê dîlanê” û bi govendan ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber ku ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” dihatin darizandin, ji dozê beraet kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan zindî were temaşekirin, li 7 bajaran amadekariyên xwe temam kir.
Xelkê Botanê ber bi Amedê ve bi rê ket ku dê daxuyaniya dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê zindî were weşandin. Welatiyan di peyamên xwe de diyar kirin ku gelek bi kelecan in.
Qada Şêx Seîd ku dê daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan li wir bi zindî were weşandin, ji bo daxuyaniyê tê amadekirin.
Amadekariyên li Qada Bajar a Wanê ku dê bi beşdariya bi deh hezaran kesan banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were guhdarîkirin, ber bi dawiyê ve ne.
Hat ragihandin ku dê Şandeya Îmraliyê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Hotêla Elîte Worldê ragihîne.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir.
Parlamentoya Îranê, pêşniyarqanûna ji bo li dibistanan bi zimanên netewî û herêmî perwerde bê dayin hatibû pêşkeşkirin, red kir.
Mehmet Aydin Sogut ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji bo pêşiya tehliyeya wan were girtin bi awayekî keyfî der heqê wan de lêpirsînên îdarî û edlî tên vekirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Riwêşid ê navçeya Şedadê ya li başûrê Hesekê şermezar kir.