ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
- rojane
- 09:00 16/2
Li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedhezaran kes bi boneya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daketin qadan û bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” meş lidar xistin.
Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi pêşengtiya TJA’yê daxuyanî hate dayin û wiha hate gotin: “Azadiya fîzîkî ya Ocalan misogeriya azadiya tevahiya gelên herêmê ye.”
Îdianameya rojnameger Reyhan Hacioglu hat amadekirin û di îdianameyê de hemû xebatên rojnamegeriyê wek sûc hatin hesibandin.
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajaran hate protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û wiha hate gotin: “Em ê vê roja reş veguherînin roja azadiyê.”
Li Amedê bi tevlibûna bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di çalakiyê de got: “Ji bo Ocalan di şert û mercên azad de muzakereyan bike em ê li ber xwe bidin.”
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Cemîl Îvrendî û Emrah Nebîoglû bên berdan.
Xizmên windakiriyan û ÎHD ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin bipirsin vê hefteyê jî çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku ji bo hevdîtinên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin bigihêje encamê divê navek li vê pêvajoyê bê kirin.
Rojnameger Rabîa Onver ku di serdegirtina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatibû binçavkirin, hate berdan.
Çalakiyên protestokirina tayînirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan hatin di çalakiyan de hate binçavkirin.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî 15’ê Sibatê daxuyanî da û got: “Rêya rast a zindîkirina îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê, rakirina pergala li Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e.”
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo PDK û YNK’ê re hevdîtinan pêk bîne çû Herêma Federal a Kurdistanê.
Birayê Ridvan Karakoç, Hasan Karakoç di hefteya 1038’emîn a Dayikên Aştiyê de got: “Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin.”
Gelê Wanê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li kolanan e. Tevî êrişên polîsan jî gel kolanan naterikîne.
Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrê Rojhilat (GGC) bertek nîşanî li Wanê binçavkirina 6 rojnamegeran da û xwest behîhûqî bi dawî bibe û rojnameger serbest bên berdan.